• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Înan piştî 32 salên girtî hat berdan

    Abdullah Înan piştî 32 salên girtî hat berdan

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    MSDê xwest dorpêça li ser Kobanê tavilê were rakirin

    Xelkê Norşînê: Kurd yek in, Kurdistan yek e

    Xelkê Norşînê: Kurd yek in, Kurdistan yek e

    Li Xalxalok û Perperikê xebata ‘Sêva Mêxekrêj’

    Li Xalxalok û Perperikê xebata ‘Sêva Mêxekrêj’

    Cenazeyê 50 xwepêşanderên jin li tiba edlî ya Tehranê ne

    Cenazeyê 50 xwepêşanderên jin li tiba edlî ya Tehranê ne

    DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-3  Girê Spî: Warê Kurdan ya ji bicîhkirina eşîrên Ereb heta dagirkeriya roja îro

    DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-3
    Girê Spî: Warê Kurdan ya ji bicîhkirina eşîrên Ereb heta dagirkeriya roja îro

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Şandeya CHPê serdana DEM Partiyê kir: Em ê bi hev re têbikoşin

Wan /AW

17 SIBAT 2025 - 14:50
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Şandeya CHPê ya ku ji Serokwekilê Koma CHPê Alî Mahîr Başarir û çend parlementeran pêk tê, serdana DEM Partiyê ya Wanê kir û peyama piştgiriyê dan.

Şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) ku ji Serokwekîlê Komê yê Meclîsê Alî Mahîr Başarir, parlementerê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, parlementerê Stenbolê Yûnûs Emre, parlementera Hatayê Nermîn Yildirim Kara û parlementerê Rihayê Mahmût Tanal pêk tê, serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê kir. Şande ji hêla Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan û hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî ve hatin pêşwazî kirin.

‘Gelên Tikriyeyê vê yekê qebûl nake’

Piştî serdanê, şandeya CHPê û nûnerên DEM Partiyê li pêş avahiya DEM Partiyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ewilî hevserokê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî axivî û xêr hatina şandeyê kir. Veysî Dîlekçî, anî ziman ku li Tirkiyeyê bêhiqûqî berdewam dike û makezagon ji holê rakirine. Veysî Dîlekçî, destnîşan kir ku bi destê darazê vîna gel tê desteserkirin û got: “Gelê Wanê di hilbijartinê de helwesteke zelal nîşan da, lê îro careke din bi destê darazê vîna me hat desteserkirin. Ev yek hişmendiya desthilatê ku dixwaze demokrasî û hiqûqê ji holê rake nîşan dide. Lê gelên li Tirkiyeyê vê yekê qebûl nake.”

‘Em ê parastina aştiyê bidomînin’

Dûre Hevşaredar Abdullah Zeydan xêrhatina şandeya CHPê kir û got: “Hilbijartin hêmana herî girîng a demokrasiyê ye û diyar kir ku desthilat vîna gelê Wanê qebûl nake. Siyasetmedarên HDPê bi destê daraza ku girêdayî desthilatê ne tên cezakirin. Ev biryarên tên dayîn siyasî ne. Ev cezayê niha jî ku li min hatiye birîn dijhiqûqî ye û ji bo qeyûm hincet e. Lê em ê li dijî van êrîşan parastina aştiyê bidomînin û em ê van rojan bi hevûdûre piştgiriyê derbas bikin.”

‘Ev yek pirsgirêka hemû gelê Tirkiyeyê ye’

Serokwekîlê Koma CHPê Alî Mahîr Başarir jî bal kişand ser hilbijartinan û diyar kir ku gelê Wanê walî nehilbijartiye, gelê Wanê hevşaredarên xwe hilbijarti ne. Alî Mahîr Başarir, destnîşan kir ku ew polîtîkayên qeyûman qebûl nakin û wiha got: “Em dixwazin hiqûq û makezagona Tirkiyeyê bê pêkanîn. Lê, mixabin madeyên makezagonê yên ji 1ê heta 10an ku madeyên mafên bingehîn in, ji holê hatiye rakirin. Çend kesên li Enqere û Stenbolê derheqê hemû Tirkiyeyê de biryaran didin. Hêrsa serokkomar ya windakirina şaredariyan pere ye. Ji xwe yekane derdê wan pere ne. Em ji bo bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm bidin li vir in û em teslîmiyetê qebûl nakin. Ev yek ne tenê pirsgirêka Wanê ye, ya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Heke îro em bitirsin û serî bitewînin, wê serê sibê di saet 07.00an de deriyê me jî bê lêdan. Em gelê Wanê tenê nahêlin.”

Parlenterên din ên CHPê jî çend axaftin kirin û daxuyanî bi dawî bû.

Etîket: CHPDEM Partî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Berdevka DEM Partiyê: Ocalan deriyeke dîrokî vekir

Berdevka DEM Partiyê: Ocalan deriyeke dîrokî vekir

8 SIBAT 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Desthilatê jiyana welatiyan neparast  Tulay Hatîmogullari: Desthilatê 3 rojan mirina welatiyan temaşe kir

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Desthilatê jiyana welatiyan neparast
Tulay Hatîmogullari: Desthilatê 3 rojan mirina welatiyan temaşe kir

5 SIBAT 2026
‘Em Kurdistan û Tirkiyeyê teslîmî tarîtiyê nakin’

‘Em Kurdistan û Tirkiyeyê teslîmî tarîtiyê nakin’

5 SIBAT 2026
Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon demildest rapora xwe parve bike

Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon demildest rapora xwe parve bike

3 SIBAT 2026
Bakirhan: Bi saya Ocalan şerê Kurd û Ereban hate rawestandin

Bakirhan: Bi saya Ocalan şerê Kurd û Ereban hate rawestandin

3 SIBAT 2026
DEM Partî: Divê tavilê binçavkirî bên berdan

DEM Partî: Divê tavilê binçavkirî bên berdan

3 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (345)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne