Şandeya ji DEM Partî, DBP û nûnerên rêxistinên civakî pêk tê ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, hat Silopyayê.
Şandeya ji DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari, Hevserokê DBPê Kesîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Parlementerê DEM Partiyê Alî Bozan, nûnerên baro û rêxistinên civakî pêk tê ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, gihişt navçeya Silopyaya Şirnexê.
Şandeya bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser dê derbasî Rojavayê bibe, dê ber bi nîvro ve ji Deriyê Sînor ê Xabûrê re darbasî Zaxoyê bibe. Çav li rê ye ku şande ber bi êvarê ve ji Deriyê Pêşxabûr-Sêmalkayê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.
Şande dê serdana Rêveberiya Xweser bike
Hat zanîn ku şande dê bi Rêveberiya Xweser, partiyên din ên li Rojavayê Kurdistanê û gelek pêkhateyên civakî re hevdîtinan pêk bîne. Tê payîn ku şande di vegerê de dê li Başûrê Kurdistanê jî hin serdanan pêk bîne.













