Heyeta DEM Partiyê li Rûsyayê derbarê “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên dawî de hevdîtinan pêk tîne.
DEM Partiyê têkildarî şandeya xwe ya li Rûsyayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heyata me ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya Berpirsê Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Cîgirê Hevserokê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê Saruhan Oluç û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit pêk tê, li Rûsyayê hevdîtinên cuda pêk tînin.
Heyeta me bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Duma û Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Polîtîkayên Herêmî ya Dumayê re cuda cuda li hev civiya. Di hevdîtinan de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a a birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de kir û bandorên wê, modela rêveberiyên xwecihî yên li Rûsyayê, geşedanên li Kafkasya, Rojhilata Navîn û bi taybetî yên li Iraq û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.”