Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê li Girtîgeha Edîrne serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî kirin.
Şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê Sirri Sûreya Onder, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk li Girtîgeha Edîrne sardana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli kirin. Ji şandeyê Sirri Sureya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyek kurt da got: “Silavên Selahhatîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî hebûn. Tenduristiya wan baş bû. Piştevaniya wan ya tam ji bo pêvajoyê heye. Selahattîn Demîrtaş wê li ser tevna civakî li ser mijarê daxuyaniyek berfireh bide.”
Şandeya Partiya DEM Partiyê dê sibe li Girtîgeha Kandira ya Kocaelî bi Hevseroka HDPê ya berê Fîgen Yûksekdag re jî hevdîtinê bikin. Tê payîn ku hevdîtin saet 13:00an bê kirin.