Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. Nehat zanîn bê ka kî di şandeyê de cih digire.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.