Hejmareke hunermendên Kurd bi armanca piştgiriya seferberiya giştî bikin bi ser rêya Rojava ketibûn gihişt herêma Rojava.
Hunermend Diyar Dêrsim, Hozan Şemdîn, Gulbihar Rehîm, Luqman Salim Fetah, Rênas Sedî, nivîskar Kakşar Oremar, lîstikvanê futbolê Deniz Nakî û rojnamevan Danyal Cemîl bi armanca piştgiriya berxwedanê û seferberiyê çûn Rojava.
Şandeyê di deriyê Sêmalkayê re derbasî herêma Rojava bûn û ji aliyê gel ve bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Şande dê serdana saziyên hunerî, çandî, partiyên siyasî û rêxistinên civakî bike.













