• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Îmraliyê: Ji bo aştî û çareseriyê piştgiriya gel dê bibe hêmana herî girîng

Navenda Nûçeyan / AW

17 ÇILE 2025 - 10:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtinên ku pêk anî de daxuyanî da û destnîşan kir ku hemû hevdîtinên wan erênî pêk hatine û Ji bo aştî û çareseriyê piştgiriya gel dê bibe hêmana herî girîng

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûna 2024an de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk pêk dihat, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser xwesteka Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, derbarê encamên hevdîtinan de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Tevahiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Me di 28ê Kanûna 2024an de li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin kirin.

Di 3yê Çileya 2025an de me serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê birêz Nûman Kurtulmuş kir û hevdîtinên me dest pê kirin. Hevdîtinên me bi serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re berdewam kir. Me di navbera 11-12ê Çileya 2025an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî birêz Fîgen Yuksekdag, birêz Selahattîn Demîrtaş, birêz Leyla Guven û birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin kirin.

Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî yên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û berdewam dikin.

Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman.

Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekitiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.

Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kirin. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMMê de radiwestin.

Lijneya me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwaze pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin. Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekitî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.

Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî aşkera û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ku birêz Ocalan û Partiya DEMê dê bi rola xwe rabin. Diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin.

Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekitiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de pê re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dike. Em dizanin ku her kes û beşên civakî der barê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên ehlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e.

Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em ê di demeke kin de serdana birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin.

Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me dê bibe hêmana herî girîng.”

Etîket: Abdullah OcalanAhmet TurkDEM PartîPervîn BuldanŞandeya ÎmraliyêSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

9 ADAR 2026
Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

8 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

8 ADAR 2026
Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

7 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne