Şandeyek KNKê bi serokatiya Hevserokê KNKê bi armanca piştgiriyê ya çû Rojava.
Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs, endamên rêveber Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas pêk tê, bi armanca piştgiriyê çû Rojava. Şandeya KNKê ji aliyê berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojava ve hate pêşwazîkirin.
Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs diyar kir ku armanca hatina wan ew e ku di vê pêvajoyê de piştgiriya Kurdên Rojava bikin û got piştgiriya Rojava erkekî neteweyî û exlaqî ye.
Ehmed Karamûs bang li tevahiya Kurdan kir ku vê erkê bi cih bînin û xwedî li gelê Rojava derkevin.














