• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya navneteweyî: Tecrîda li Îmraliyê bandorê li girtîgehên din dike

2 KANÛN 2024 - 17:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Stenbol – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak di serdana şandeya navneteweyî de got: “Pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û ya kurd dikare bi rakirina tecrîdê bên çareserkirin.” Heyetê jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li girtîgehên din dike.

Şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger, parlamener û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, bi armanca ku derheqê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û tecrîdê de agahî bigirin, piştî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD). Şande, ji hêla Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak û gelek hiqûqnasan ve hate pêşazîkirin.

Serhat Çakmak di hevdîtinê de têkildarî xebatên komeleyê agahî da. Çakmak, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye û ev rewş bi awayekî sîstematîk didome. Dem bi dem hevdîtinên bisînor hatin kirin. Tecrîda li Girava Îmraliyê bênavber didome. Tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo komeleya me pir girîng e. Ji ber ku em dizanin ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rakirina tecrîdê pêkan e. Lewma ji bo rakirina tecrîdê weke komele em hewl didin. Gelek parêzeran ji bo rakirina tecrîdê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê hêj tu bersiv nehatine dayin.”

Bi domdarî Çakmak anî ziman ku hemû binpêkirin ji ewil li Girtîgeha Girava Îmraliyê dest pê dikin û got ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bicih nayîne û mîna tecrîdê gelek binpêkirin li Îmraliyê ketine meriyetê. Çakmak, diyar kir ku ji ber vê sedemê rakirina tecrîda li Îmraliyê gelek girîng e.

Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Eda Onal jî xebatên komeleyê bi bîr xist û got ku got ku endamê komeleyê Bedîrhan Sarsilmaz di dema danişînê de hatiye binçavkirin û girtin.

Şandeyê, da zanîn ku têkildarî tecrîdê mîna OHD’ê difikirin. Şandeyê diyar kir ku sepanên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dikevin meriyetê, li bandorê li girtîgehên din jî dikin û têkildarî sepanên li girtîgehên Tirkiyeyê, peywirên Lijneya Îdare û Çavdêriyê, taloqkirina tehliyeyan û hwd. pirsên mereq dikirin, pirsîn.

Endamên OHD’ê jî bersiva pirsên wan dan.

Etîket: Eda OnalOHDSerhat Çakmak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026
OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

28 SIBAT 2026
OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

27 SIBAT 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

OHD bi daxwaza pêkanîna Mafê Hêviyê dimeşe

27 SIBAT 2026
‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

26 SIBAT 2026
OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

24 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (363)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne