Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSDê bi siyasetmedar û akademisyenên Brîtanî û Kurd re li Londonê civiya û li ser siberoja Rojava û Sûriyeyê axivîn.
Şandeya Rêveberiya Xweser ku ji Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed, Hevserokê Nivsîgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed pêk tê serdanên xwe yên li Londonê didomînin. Şande li li otêla Park Plaza County Hall li gel akademîsyen û siyasetmedarên Birîtanî û Kurd civîn li dar xist. 17 akademîsyen û siyasetmedar di civînê de amade bûn.
Mudirê bernameya avakirina aştiyê û mafan ê peymangeha lêkolînkirina mafên mirovan a zanîngeha Columbia professor David L. Phillips û lêkolînerê bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Chatham House Neil Quilliam jî tev li civînê bûn.
Siberoja Sûriyeyê, teşeyê desthilatê, mekanîzmeya tevlikirina rêveberiyê di welêt de, misogerkirina mafên Kurdan û pêkhateyan rojeva civînê bû û li ser van mijaran nîqaş kirin.
Di dawiya civînê de beşdaran hewceyî bi xurtkirina hewldanên navneteweyî û herêmî ji bo pêkanîna aştiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir.