Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya beşdariyê di Konfiransa Munîhê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.
Geşedanên dawî hatin nirxandin
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, siberoja proseya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyayên têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina istiqrara herêmê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de her wiha girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, parastina yekparbûna xaka Sûriyeyê, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.













