Şandeyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di çarçovevê peymana 29ê Çileyê de serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlanê kir.
Li gorî nûçeya ANHAyê; di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, şandeyeke hikûmeta demkî îro serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlan kir.
Şande ji nûnerên Hêzên Ewlekariyê yê hikûmeta demkî, Rêveberiya Ewlehiya Derî û Balafirgehan, Desteya Giştî ya Balafirgehan a Sivîl û nûnerên Şîrketa Sûriyeyê ya Petrolê pêk dihat û li gel Hêzên Asayîşê ya Rojava serdana Rêveberiya Rimêlanê kir.
Di çarçoveya entegrasyonê de şande dê bi nûnerên Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlan re civiya û dê mekanîzmeya xebatên rêveberiyê û rewşa rêveberî û ewlehiya herêmê nîqaş bikin.
Şandeyeke hikûmetê demkî duh jî serdana Balafirgeha Navdewletî ya Qamişloyê kiribû.













