Amed – Di nîşandana lîstika şanoya “Çalakiya Malçêkirî” de berxwedana Rojava silavkirin.
Lîstika şanoyê ya bi navê “Çalakiya Malçêkirî” vê hefteyê jî li Eywana Şanoyê ya Çand Amedê derket pêşberî şanohezan. Lîstika “Çalakiya Malçêkirî” ya Şanoya Bajêr a Amedê ji hêla Nûrşen Adiguzel, Rêzan Kaya û Perînaz Delazy ve tê pêşandan, behsa têkoşîna jinan û berxwedana “Jin jiyan azadî” dike. Gelek temaşeker ango şanohez hatin eywanê û li lîstikê temaşe kirin. Gelek kêliyên şanoyê komedî ye û temaşkeran kenand. Lîstika îro diyarî berxwedana Rojavayê Kurdistanê kirin û berxwedan silavkirin.
Piştî lîstik bi dawî bû temaşekeran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û bi lêdana çepikan berxwedana Rojava silav kirin.
‘Rojava hêviya me hemû Kurdan e’
Di dawiyê de şanoger Perînaz Delazy axivî û bal kişand ser berxwedana Rojava û got: “Ev demek dirêje li Rojava êrişek mezin li ser gelê me heye. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Rojava hêviya me hemû Kurdan e. Em wek hunermendên jin ên Kurd, daxwaziya azadiya gelê Rojava dikin. Em bi gelê xwe yê Rojava re ne. Bijî berxwedana Rojava.”