Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen, bi merasîmekê li Parka Vedat Aydın vekir.
Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen ya li Parka Vedat Aydın temam kir. Şaredariyê navend bi merasimekê ji xizmeta gel re vekir. Hevşaredarên Bismilê Hevserokê Navçeya Bismilê ya DEM Partîyê, nûnerên TJA, MEBYA-DER, TUHAD-DER, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn. Bernameya vekirinê bi pêşandana muzîkê û govendên gelêrî dest pê kir. Hevserokê DEM Partîyê yê navçeya Bismilê Cemil Tekinoz bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan e li herêmê berdewam dikin û girîngiya navendên çandî destnîşan kir.
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekin jî anî ziman ku piştî 8 salan di vekirina atolyeyên çandî de bi gelê Bismilê re dîsa hatin cem hev û kêfxweşiya xwe anî ziman. Piştî vekirinê, kesên tevli merasîmê bûn li atolyeyê di nava Navenda Çand û Hunerê ya Arjen de vebûne geriyan. Piştî gera atolyeyan, komê li gorî muzîkê goven gerand.













