Şirnex – Şeredariya Cizîrê li ser navê Nihat Kazanhan ê 12 salî ku ji aliyê polis Mehmet Nurbakî Goçmez ve hatibû kuştin parqeke nû vekir.
Şeredariya Cizîrê li Girê Şahîn a taxa Sûrê parqeke nû vêkir. Şaredariyê navê Nihat Kazanhan ê di 14ê Çileya 2015an de ji aliyê polîs Mehmet Nurbakî Goçmez ve hatibû kuştin li parqê kir. Dayika Nihat Kazanhan Ayşe Kazanhan, şeniyên taxê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Şirnexê, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî vêkirina parqê bûn.
Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan di vêkirina parqê de anî ziman ku navê Nihat Kazanhan bi vî awayî di bîra civakê de wê zindî bimînê û got: “Zarok bi zaroktî û bi mafê xwe hene. Bi tu awayî em kuştina zarokan qebûl nakin. Ji bo hemû mafê zarokan bê parastin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Dayika Nihat Kazanhan Ayşe Kazanhan ji bo navê Nihat Kazanhan li parqê kirine spas kir û destnîşan kir ku ji bo navê kurê wê li parqê hatiyê kirin pir kêfxweş bû ye. Hevşeredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahim Durmuş jî diyar kirin ku ser erdnîgariya Kurdistanê herî zede li ser zarokan bandorê dike û Nihat Kazanhan jî yek ji van zarokan ku di encama şer de hatiye kuştin e. Hevşeredaran destnîşan kirin ku navê Nihat Kazanhan wê li parqê bijî.
Piştî axaftinan parq vekirin û derbasî parqê bûn.