• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

Abdullah Esen / AW

10 ADAR 2026 - 09:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sêrt – Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayînde çi tişta ku ketibe ser milê wî kiriye û got ku divê êdî dewlet jî ji bo çareseriyê xwe zelal bike û gavên şênber biavêje.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin kete sala duyemîn. Piştî ku ev pêvajoyê di nava civakê û siyaseta Tirkiyeyê de gelek guhertin û nûbûn çêbûn. Piştî destpêkirina pêvajoyê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara fesixkirinê da. Bi vê yekê re bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin. Her wiha ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Tevî ku Tevgera Azadiyê ewqas gavên girîng avêtin jî lê hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve ji xeynî avakirina Komîyona Meclîsê tu tiştek nehatiye kirin.

‘Dewlet planên xwe yên sed sal berê didomîne’

Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku dewleta Tirk hê jî dixwaze bi plana “Şark Islahatê” ya ku beriya sed salan pêk hatibû bidomîne. Mehmet Zahîr Saritaş bi bîr xist ku sed sal in komara Tirk hatiye avakirin û got ku bi salan e pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek herî kûr û herî giran a Tirkiyeyê ye. Saritaş wiha axivî: “Ev pêvajo jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pir watedar û pir girîng e. Lê nêzîkatiya dewletê li dijî vê pêvajoyê hinek nebaweriyê dide xuyakirin. Nêzîkatiya dewletê naşibe planekî stratejîk û çareseriyekî. Bi piranî dewlet bi hinceta nêzîkatiya ewlehiyê vê pêvajoyê esas digire û bi navê ‘Tirkiyeya bê teror’ dide pênasekirin. Ev nêzîkatiyeke pir xetereye. Plana dewleta Tirk a ku li ser Kurdan hatiye avakirin, di esasê xwe de bingeha xwe ji plana ‘Şark Islahatê’ digire. Ew plan plana esasî ya dewletê ye, li dijî Kurdan. Di planê de tecîr, îskan û bişaftinê ji xwe re esas girtibûn. Ji wê rojê heta roja me ya îro dewlet vê plana xwe pêk tîne. Piştî vê yekê qanûna ‘Tûncelî’ di 1935 de derxistin û ew jî bingeha xwe ji wê planê digire. Piştre dadgehên ewlekariya dewletê, dadgehên taybet, valakirin û koçberkirina ji gundan ketin meriyetê. Her wiha komkujiyên kiryarên wan nediyar, dan nişandan. Hê jî ew stratejiya xwe ya li dijî Kurdan neguhertiye. Ev nêzîkatî jî bêbaweriyekî li dijî pêvajoya ku hatiye destpêkirin dide avakirin. Birêz Ocalan di bangên xwe yê pêvajoyên berê de jî her tim heman bangê dikir. Di pêvajoya 2013an de jî 8 xalên ji bo pêvajoyê diyar kiribû û dîsa bi stratejîk nêzîk bibû. Îro jî bi heman awayî nêzîk dibe.”

‘Divê dewleta Tirk hişmendiya xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne’

Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku rêziknameyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan dide pêşberî raya giştî, got ew rêzikname rast û zelal in û wiha got: “Di nava wê de komara demokratik, entengrasyona demokratîk, civaka demokratik, muzakereyên demokratîk û di aliyê zagonî û hiqûqî de ewlehiya mafê mirovan tê misogerkirin. Komîsyona ku di meclisê de hatiye avakirin jî giranî li ser van xalan e. Lê aliyê dewletê jî ewlehiya Tirkiyeyê ji xwe re weke hincet dibînin, bi avakirina meclisê re. Ev jî dîsa bi xwe re guman û xetereyan dide avakirin. Gumanên ku derbarê vê pêvajo hene negihêje encamekî. Geşedanên ku em di Rojhilata Navîn de dibinin pêk tên, bi vê yekê re li herêmê hevsengiyeke nû tê avakirin. Di nava wê hevsengiyê de dewletên guhertin dikin serweriya mutlak esas digirin, demokrasiye esas nagirin. Lê bi vê nêzîkatiyê re her tim rastî mudaxeleyan û têkçûnan tên. Mînaka Sûriyeyê, Iraq û îro li Îranê pêk tê, ew mînak her tiştî bi eşkereyî dide ber çavan. Ger ku Tirkiye bixwaze vê pêvajoyê bigihêjine encamekî, divê nêzîkatî û hişmendiya xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne.”

‘Netew dewlet bi têkçûnê re rû bi rû ne’

Mehmet Zahîr Saritaş anî ziman ku ger pêvajoya heyî bigihîje encameke baş dê dewleta Tirk jî bi vê yekê re demokratîze bibe û axaftina xwe wiha domand: “Ew dewleta ku negihêje demokrasiyê ku pirsgirêkan di nava xwe de çareser neke û hebûna xwe di nava civaka xwe de misoger neke, ew dewlet her tim ji mudaxeleyên dervere vekiriye. Hesasiyeta vê pêvajoyê jî li ser vê bingehê tê. Ger ku ev pêvajo bigihêje encamekî, çareseriyek pêk bê ew ê komara Tirkiyeyê demokratîze bibe û ew ê maf û azadiya gelê Kurd dê were misogerkirin. Pisrgirêka Kurd encex bi vî awayî dikare bê çareserkirin. Krîz û xetereyên li Rojhalita Navîn dike ku netew dewletên di nava şer de ne bi têkçûnê re rû bi rû ne. Ev xetere li pêşiya Tirkiyeyê ye jî.”

‘Dewlet di wî aliyê de girtî ye, eşkere nîn e’

Mehmet Zahîr Saritaş bal kişande ser Komîsyona Meclîsê ya ku hatibû avakirin û anî ziman ku ew ji bo guhdarkirina pirsgirêkên derbarê pêvajoyê de ava bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê di aliyê pêvajoyê de hin daneyan berhev bike. Divê raporeke pêşniyariyê pêşberî meclisê bike. Di wê navberê de bi gelek sazî û kesayetan û bi rêzdar Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Piştî ew qas hevdînan raporek hate amadekirin. Ev rapor bingeha çareseriya Kurd esas nagire. Bi tenê hinek pêşniyaran kiriye. Ne hewceyê avakirina zagonên nûn in, Divê demildest gavên şênbertir bêne avêtin. Weke berdana girtiyên nexweş, tayînkirina qeyiman, îadekirina hevşaredaran a li ser karê wan û divê di vir de dewlet (DMME) esas bigire. Vê yekê di nava civakê de normalîze dikin. Heta niha dewletê pêvajoyê bi niyeteke nebaş dide meşandin. Ne weke plansazî ango encagirtin û gavavêtineke pratik ê. Li birêz Ocala jî li dijê van nêzîkatiyên dewletê dibêje ev destpê ke. Ev muzakere heta kengê bidomin çawa û çi encaman derxe û çi gavan bi dewletê bide avêtin ew ne diyar e. Nêzîkatî û plansaziyeke Kurdan di çarçoveya çareseriyê de heye. Dewlet di wî aliyê de girtî ye, eşkere nîn e.”

Etîket: Abdullah Ocalangavên şênberMehmet Zahîr SaritaşPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

10 ADAR 2026
Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

9 ADAR 2026
Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

8 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

8 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (373)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne