Saziyên Ziman ên Kurdî û Egîtîm-Sena Amedê li pêşiya avahiyê Gerînendetiya Perwerdeya Mîllî ya Amedê daxuyanî dan û gotin: “Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e.”
Saziyên Ziman ên Kurdî yên Amedê û Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Zanist û Xizmetên Civakî (Egîtîm-Sen) a Amedê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê, bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû zarokan e” li pêşiya avahiyê Gerînendetiya Perwerdeya Mîllî ya Amedê daxuyanî dan.
Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, Dayikên Aştiyê, gelek zimanzan, mamosteyên kurdî, nûnerên Egîtîm-Senê û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin” û “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan e” hatin vekirin. Her wiha kesên tev li daxuyaniyê bûne dovîzên li ser “Ma perwerdeyîya bi kurdkî wazena”, “Bila Kurdî bibe xwedî statû”, “Kurdî nasnameya me ye” dinivîsand rakirin.
Kirmanckiya Daxuyaniyê Endamê ya Egîtîm-Sen a Hejmar 1 a Amedê Serhat Kiliç, Kurmanciya wê jî ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê Elîf Tûran xwend.
‘Hişmendî qet neguherî’
Hevsorokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-Der) Remzî Azîzoglû di destnîşan kir ku dewlet di mijara zimanê kurdÎ de dubendî tevdigere û got: “Qaşo li Meclisê têkildarî pêvajoyê Komîsyonek hatiye avakirin lê li aliyê din nahêlin dayik bi Kurdî biaxivin. Hişmendî qet neguheriye. Li aliyêkê dibêjin em ê pirsgirêka 40 salan çareser bikin ku pirsgirêka 100 salî ye, li aliyê din de jî şûr nîşanî me didin.”
‘Bila dewlet dibistanan bi Kurdî veke’
Ji Dayikên Aştiyê Raîfe Ergul bertek nîşanî polîtîkayên yek zimanî da û wiha got: “Em jî dixwazin dewlet gavan bavêje, dibistanên bi zimanê Kurdî veke da ku em jî zanibin em jî ji vî welatî ne. Em jî xwedî ziman û çand in. Herkes di Meclisê de bi zimanê xwe diaxive lê em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ev ne edalet e.”
‘Mafê perwerdehiya bi Kurdî mafekî xwezayî ye’
Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Amedê Elîf Tûran jî di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên li dijî zimanê Kurdî û derbarê mijarê de wiha got: “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê, neteweyî ye, ji bo gelê Kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê, neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê Kurd e. Lewre astengkirina vî mafî rasterast nasnekirina nasnameya Kurdan e. Ji bo aştiyê, divê di serî de zimanê gelê Kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin.
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê me ye!’
8ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin û statuya kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîn e!
Divê rayedarên dewletê samîmî bin û gavan biavêjin!
Elîf da zanîn ku her mirov bi mafên xwe ve hene û dirêjî da axaftina xwe: “Nûman Kûrtûlmûş di axaftineke xwe de gotibû, ‘Tu daxwaz nehatine ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê’. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn.
‘Têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilind bikin’
Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman. Perwerdeya bi kurdî mafê me ye, ne mijara nîqaşê ye! Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin! Qedexekirina perwerdeya bi kurdî astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê!”
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bûcak bal kişan ser dîroka zimanê kurdî û ev tişt gotin: “Bi zimanê kurdî gelek rewşenbîr, hunermend, wêjekar gihiyan. Helbet zimanê Kurdî jî layîkê zimanê perwerdehiyê ye. Ji kreşan heya zanîngehan em ê bi hêza xwe saziyên xwe ava bikin. Em dikarin van tiştan pêk bînin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hat berzkirin û li pêşiya avahiyê şaxa Gerînendetiya Perwerdeya Mîlî ya Amedê tevî stranên bi kurdî, govend gerandin. Girse dema belav bû pankartên çalakiyê li xaçerêyan daliqandin.