• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

    Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

    DFGê rapora meha Îlonê eşkere kir

    DFGê rapora meha Îlonê eşkere kir

    Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

    Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 3yê COTMEHA 2025an

    Jinên meşvan li gundên Xelfetiyê atolye li dar xistin

    Jinên meşvan li gundên Xelfetiyê atolye li dar xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

    Mamoste û Nivîskarên Kurd: Em polîtîkayên înkara ziman qebûl nakin

    DFGê rapora meha Îlonê eşkere kir

    DFGê rapora meha Îlonê eşkere kir

    Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

    Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

    ROJEVA 02yê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 3yê COTMEHA 2025an

    Jinên meşvan li gundên Xelfetiyê atolye li dar xistin

    Jinên meşvan li gundên Xelfetiyê atolye li dar xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şedal: Ji bo ku pêvajo bi rê ve biçe divê birêz Ocalan azad bibe

Fexredîn Kiliç / AW

3 COTMEH 2025 - 08:08
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Riha – Meşa TJAyê di roja sêyemîn de berdewam dike. Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal a tev li meşê bûye destnîşan kir ku ji bo ku ev pêvajo bi awayekî bi rêk û pêk bi rê ve biçe pêdiviya herî mezin azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin. Meş, di roja sêyemîn de li navçeyên Rihayê berdewam dike. Di meşa ku sê roj in didome de jinan bi dirûşmên cur bi cur daxwazên xwe anîn. Coşa jinan kêliyekê jî kêm nebûye û diçin kîjan navçe û gundan jî bi coş tên pêşwazîkirin. Jinên meşvan ku li navçeya Curnê Reş bi laçikên spî ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin li navçeya Xelfetiyê jî bi qurnefîlan û alên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li serê bûn hatin pêşwazîkirin. Jinên ku di azadiyê de bi biryar û israr in, destnîşan dikin ku daxwaza wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û heta ev yek pêk were dê xebatên xwe bidomînin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ku qeyim tayînî şûna wê hate kirin jî yek ji çalakgera Meşa Azadiyê ye. Neslîhan Şedal têkildarî armanca meşê û daxwazên xwe ji ajansa me re axivî.

‘Divê ewilî azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk were’

Neslîhan Şedal bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji wê rojê heta îro kesên ku dixwazin aştî pêk were, civak demokratîk be, ji bo edalet û demokrasiyê têkoşîna xwe domandin û li ber xwe didin bi kelecaneke mezin xwedî li vê bangê derketin. Bi taybetî gelê Kurd gelên ku dixwazin bi nirxên xwe bi çand û zimanê xwe bijîn xwedî li vê bangawaziyê derketin. Em ji destpêkê heta îro dibêjin; meşa jinan a azadiyê, demokrasiye û wekheviyê niha dest pê nekiriye. Bi salane bi awayekî xurt û bêhempa têkoşînek tê meşandin. Niha jî têkoşîna jinan ji bo xwedîlêderketina bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku em azadiya wî ya fizîkî weke azadiya jinê azadiya civakan dibînin û wisa penase dikin. Ji ber vê yekê sedem û armanca meşa me ya herî mezin azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî demokratîk û bi rêk û pêk bi rê ve biçe pêdiviya herî mezin azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Divê ewilî azadiya pêk were ku ev pêvajo bibe pêvajoya aştiyê û civak jî bibe civakeke demokratîk.”

‘Gava ku demildest bê avêtin ew e ku mafê hêviyê pêk were’

Neslîhan Şedal da zanîn ku ji bo meseleya Kurd çareser bibe divê hinek gav bên avêtin û wiha domand: “Gava ku demildest bê avêetin ew e ku mafê hêviyê pêk were. Heke mafê hêviyê pêk were dê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî dê li ser vê pêvajoyê baştir bixebite û gotinên aştî û azadiyê dê baştir cihê xwe bibînin. Helbet armanceke me ya din a mezin a vê meşe ew e ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Bi taybetî jin di nava vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin û gotina xwe ya li ser azadî û aştiyê jî bibêjin.”

‘Rêya siyaseta demokratîk hatiye xetimandin’

Neslîhan Şedal bi lêv kir ku li her derê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û wiha pê de çû: “Ew cihên ku lê berxwedan tê meşandin, em dixwazin ev hevalên me yên vê berxwedanê dimeşînin werin tev li siyaseta demokratîk bibin. Ev meseleyeke gelekî girîng e. Ji ber ku meseleya Kurd weke pirsgirêkekê hatibe avakirin, rêya siyaseta demokratîk hatiye xetimandin. Nirxên gelê Kurd, zimanê gelê Kurd, zimanê gelan hatine qedexekirin ku ev têkoşîne tê meşandin. Ji ber vê yekê heke ev pêvajo bibe pêvajoya aştiyê divê ev gav jî bên avêtin. Her wiha divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Girtiyên nexweş û tevahiya hevalên me yên siyaseta demokratîk dimeşandin û niha di girtîgehan de ne divê ku hemû azad bibin û îro bên li qada siyasetê siyaseteke demokratîk bimeşînin.”

‘Divê îradeya gelan bê nasîn’

Neslîhan Şedal destnîşan kir ku armanceke din a meşa wan ew e ku îradeya gelan bê nasîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demekî dirêj di pêşengtiya desthilat û dewleta Tirk îradeya gelan, îradeya gelê Kurd nayê nasîn. Şaredariyên gelan tên desteserkirin û pirsgirêkên gelê Kurd û Kurdistanê di qada rêveberiyên xwecihî de bizanebûn û polîtîkayên qirêj tê kûrkirin. Heke îradeya gelan îradeya jinan bê nasîn helbet ev pirsgirêkên di qada xwecihî de jî dê bi awayekî bingehîn werin çareserkirin.”

‘Heta ku civak azad bibe wê meşên me dewam bikin’ 

Neslîhan Şedal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ya herî mezin ew e ku mafê hêviyê pêk were. Me ji Amedê dest pê kir em ê heta Enqereyê bimeşin. Li her cihê ku em lê bisekinin em ê weke jin weke TJA gotina xwe ya li ser azadiyê û aştiyê bibêjin. Heta ku ev civak azad bibe û aştî pêk were. Ev civak bibe civakeke demokratîk jî em ê meşa xwe berdewam bikin. Dê serkeftin bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were. Aştî encax wisa pêk were. Azadiya jinan û gelan encax wisa pêk were.”

Etîket: Abdullah Ocalanmesmeşa “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin”Neslîhan ŞedalTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

3 COTMEH 2025
Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

Serhat Çakmak: Me mafê hêviyê û mafên gelê Kurd pêşniyarî komîsyonê kir

3 COTMEH 2025
Jinên meşvan li gundên Xelfetiyê atolye li dar xistin

Jinên meşvan li gundên Xelfetiyê atolye li dar xistin

2 COTMEH 2025
Meşvanên hêviyê gihiştin Xelfetiyê: Azadiya rêbertiya me xeta me ya sor e

Meşvanên hêviyê gihiştin Xelfetiyê: Azadiya rêbertiya me xeta me ya sor e

2 COTMEH 2025
Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

2 COTMEH 2025
Meşvanên hêviyê gihiştin Curnê Reş: Mafê hêviyê nekin mijara bazarê

Meşvanên hêviyê gihiştin Curnê Reş: Mafê hêviyê nekin mijara bazarê

1 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (38)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne