Sefîrê Israilê yê Almanyayê Ambassadr Ron Prosor li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku xwîna mirov ji ber dîmenên li heremên Kurd yên li Sûriyeyê dicemide.
Sefîrê Israilê yê Almanyayê Ambassador Ron Prosor di parvekirina xwe ya ser Xê de diyar dike ku ji ber dîmenên li Sûriyeyê ji heremên Kurdan tên, xwîna mirov dicemide û got: “Ewropa li hember vê karesatê kerr, kor û lal e.”
‘Kurd û Em xwedî heman nirx in’
Sefîr Ambassadr Ron Prosor eşkera dike ku li Sûriyeyê mutefîkê herî ewle Kurd in û ev tişt gotin: “Em û Kurd ji pir aliyan ve xwediyê nirxên hevpar in. Ambasadr Ron Prosor desnîşan dike ku Kurd di şerê li dijî DAIŞê de fedekariyê pir mezin kirin û rê li ber metirsiyên DAIŞê girtin û nehiştin DAIŞî ber bi Ewropayê ve têbikoşin.”
‘Van fedekaran nabe ku bên terikandin’
Di berdewama axaftina Sefîrê Israilê yê Almanyayê Ambassador Ron Prosor bang li Ewropayê dike ku di van kêliyên xeternak de pêwîstiya wan bi mutefîkên fedekar, bi pişgiriya me heye. Nabe ku em wan di rewşeke wisa de rûyê xwe li wan bizivirin û wan bi tenê bihêlin.”
Derbarê Ambassador Ron Prosor de
Beriya ku Ambassador Ron Prosor bibe sefîrê Dewleta Îsrailê yê Almanyayê, li Ingilistanê sefîrtî û di Neteweyên Yekbûyî de dîrektoriya Îsrailê kir.







