Nivîskarê Kurd Selîm Temo bal kişand ser bêxîretiya dinyayê ku li Rojava temaşe dike û got: “Divê em wek sedsal berê tevnegerin. Kî çi ji dest tê bila di vê roja hawarê de bike.”
Nivîskar û akademîsyenê Kurd Selîm Temo li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Selîm Temo di daxuyaniya xwe de balê kişand ser xwedîderketina li destkeftiyên Rojava û got divê kî çi ji dest tê bike.
Daxuyaniya Selîm Temo bi vî rengî ye:
“Bila kes li civata wêrekî, canbêzarî û fidakariyê li ser Kurdan ‘gotineka kin û dirêj’ nebêje. Çi tiştên ji dest dihat û nedihat, me kirin. Zarokên me çargurçik in; pirpirkên li ser girmilkên ‘jeneralên tirsonek’ şewitandin, dîkên tifingên bêseran qurifandin, tang û topên barbaran rûxandin, dêwên hesinî ji asîmanan xistin, bûn ‘dîwarê qalind li ser sînga’ dagirkeran. Lê dinya têr û sertêra xwe bênamûs e!
Roja hawarê ye
Nabe em rewş û qerektera dinyayê û şaşîtî û bêtevdîriyên xwe bikin sedem û rewşa heyî rasyonalîze bikin. Divê em wek sedsal berê tevnegerin, divê em realîst bin; ev ne xapandin e; derbxwarin e, şikestin e, lê ne têkçûn e. Nabe em dest ji tevdîrê bikêşin, nabe em bişikên; têkçûna siyasî, leşkerî û ruhî luks e! Kî çi ji dest tê bila di vê roja hawarê de bike.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê mirovên zana, bixîret û bişeref in. Bîrewer in. Dizanin çi çi ye. Wê tola xwe/me li erdê nehêlin.
Xwîşk û birayên Rojavayî, ezgorî, dilê min di sînga we de lê dide!”













