Sema Çaglak bi pêşangeha xwe ya yekem a bi mijara “Jin û Cilûbergên Kurdî” gaveke girîng di qada hunerê de diavêje. Sema Çaglakê bal kişand ser girîngiya cil û bergan û wiha got: “Li gorî min, cil û bergên Kurdî ne tenê kincên ku di rojên taybet an jî di şahiyan de li xwe tên kirin in, ew di heman demê de nasname, çand û hebûna me jî ne.”
Li Bakurê Kurdistanê wênesazî ne tenê hunereke dîtbarî ye; di heman demê de qada parastina bîra civakî û nasnameyê ye. Di nava şert û mercên giran de, wênesazên Kurd bi rêya reng û xetan; dîrok, çand û jiyana rojane ya gelê xwe vediguherînin berhemên gerdûnî.Wênesaz parêzvanên nasnameyê û bîra civakê ne. Her tabloyeke ku tê çêkirin, li hemberî jibîrkirinê banga hebûnê ye.
Sema Çaglak a wênesaz ser mijara ‘di wêneyê de cil û bergên Kurdî’ axivî.

Meraqa wê bi xêzkirina bergên pirtûkên dest pê kir
Wênesaz Sema Çaglakê dîyar kir ku ev pêşangeha wê ya yekem e û ji bo wê destpêka qonaxeke gelek girîng e wiha axivî: “Meraqa min a li ser wênesaziyê hîn di zarokatiya min de, bi xêzkirina bergên pirtûkên ku min dixwandin dest pê kir. Bi derbasbûna salan re, min fêm kir ku daxwaz û bala min a herî mezin hunera wenesazî ye. Ji ber vê yekê, ev çar sal in ez bi awayekî profesyonel li ser wênesaziyê dixebitim.”
‘Her portreyeke min xwedî çîrok, hest, jiyan, bîr û bîrdoziyekê ye’
Sema Çaglakê anî ziman ku mijara pêşangeha wê ya yekem, li ser jin û cil û bergên Kurdî ye û wiha got: “Li gorî dîtina min, cil û bergên Kurdî ne tenê kincên ku di rojên taybet an di şahiyan de li xwe tên kirin in, ew di heman demê de nasname, çand û hebûna me ne. Divê vê çandê di roja îro de jî berdewam bikim, dîtbarî bikin. Ji ber vê jî min pêşangeha xwe li ser vê kompozîsyonê ava kir. Her jineke ku mm xezkiriye jî ji bo min ne modelek e, her portreyeke min xwedî çîrokekê, hestekê, jiyanekê, bîrekê û bîrdoziyekê ye.”
‘Wênesazên li Bakur di nava tengasiyê de ne’
Sema Çaglakê ragihand ku pirsgirêkên hunerê û kêmasiya bazara hunerî li Bakur zêde ne û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku behsa çand û hunerê tê kirin, mixabin tenê muzîk û folklor tê bîra mirovan. Wênesazî di hişê civakê de zêde cîh nagire. Ev yek dibe sedema valahiyeke mezin di qada hunerên dîtbarî de. Mixabin muzexane, galeriyên mezin û xebatên hunerî jî zêdetir li bajarên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol û Enqereyê ne. Galeriyên mezin ên Kurdan tune ne, muzexaneyeke taybet a Kurdan a ku berhemên hunerî biparêze tune ye, hejmara koleksiyoneran gelek kêm e. Ji ber nebûna “Bazara Hunerê ya Kurdî”, wênesazên li Bakur di nava tengasiyê de ne. Ji ber ku pazar û pergala hunerê li aliyê Tirkiyeyê pêş ketiye, hunermendên Kurd neçar dimînin ku berê xwe bidin wir. Ev rewş dibe sedem ku, hunermend nikaribin nasnameya xwe ya resen bi hêsanî bidin naskirin, xebatên xwe bi Kurdî bidin meşandin.”
‘Hunera Kurdî rastî zextan te’
Sema Çaglakê da zanîn ku li ser hunera Kurdî zext hene û ev zext jî pêşketina hunere asteng dikin û wiha pê de çû: “Dema wênesazên Kurd bi nasnameya xwe xebatên xwe dikin, hinekê zext jî li ser wan çêdibin. Wekî siyasî tên dîtin. Gelek wênesazên serkeftî hene, lê ji ber zextan nikarin nasnameya xwe diyar bikin. Ev jî astengiyeke li pêşiya afirîneriyê. Lê belê huner zimanekî gerdûnî ye. Mafê her hunermendekê heye ku bi reng, çand û nasnameya xwe beşdarî hunera cîhanê bibe. Dîtina çand û hunera Kurdî wekî mijareke siyasî, astengiyeke li ber afirîneriyê ye.”
‘Divê komele û rêxistinên me, ji bo hunermendan derfetên ava bikin’
Sema Çaglak bilêv kir ku heke wênesaz neçar nebin ji bo çanda xwe zindî bikin bila dest ji karê xwe berdin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku hunera Kurdî bigihîje wê asta ku heq dike, pêdivî bi yekîtiyeke xurt û piştgiriyeke mayînde heye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê, wênesazên me yên gelek jêhatî hene, lê mixabin ji ber nebûna torên hevpar û qadên dîtbarî, xebatên wan belavbûyî dimînin. Wênesazî hunereke wisa ye ku sebir û kedeke mezin dixwaze. Her xêz û her reng, encama kedeke kûr a ruhî û fîzîkî ye. Lê belê îro gelek hunermendên me bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne. Ji ber nebûna piştgiriya sazî û dezgehan, hunermendên me yên xwedî pênûs û firçeyên zêrîn, neçar dimînin ku ji bo debara xwe di karên cuda de bixebitin û dûrî hunera xwe bikevin. Ev yek ji bo çand û nasnameya me windahiyeke mezin e. Ji bo ku wênesazên Kurd dengê xwe bilind bikin û hunera xwe ber bi astên gerdûnî ve bibin, divê ev gavan werin avêtin, divê sazî, komele û rêxistinên me yên çandî, qadên taybet û derfetên aborî ji bo wênesazan ava bikin. Divê civaka me girîngiyê bide hunera dîtbarî û bi kirîna berhemên hunerî an jî bi serdanên pêşangehan, bibe palpişta hunermendên xwe. Wênesazên Kurd li ku derê bin bila bibin, divê bi hev re di nava peywendiyê de bin da ku wekî hêzeke hevpar dengê hunera xwe li cîhanê bidin bihîstin.”
‘Pêşxistina hunerê, parastina nasnameya me ye’
Sema Çaglakê herî dawî bal kişand ser têkiliya huner û nasnameyê û axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Hunermendên me divê dev ji pênûsên xwe bernedin û em jî wekî civak divê rê nedin ku ev çiraya çandê xilas be. Pêşxistina hunerê, parastina nasnameya me ye.”












