Enqere – Sekreterê Giştî yê Egitîm-Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku ew ê tekildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê Sempozyomeke Navneteweyî li dar bixe û wiha got: “Li cîhanê gelek kesên bi mijarê re alaqadar dê serpehatiyên xwe parve bikin. Armanca me ew ê ku bi vê sempozyomê re mafê zimanê dayikê li Tirkiyeyê bikin rojev.”
Rêxistina Çand, Perwerde û Zanîstê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17ê Mijdara 1999an de 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê îlan kir. UNESCOyê ji bo balê bikşîne ser bîranîna xwendekarên Bengladeşê ku ji bo mafê xwe yê zimanê dayikê dema çalakî li dar xistin jiyana xwe ji dest dan, wê rojê weke Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê îlan kir. Ev roj taybet jî ji bo gelên bindest, ji hêla gelên ji mafê zimanê dayikê bêpar manê xwedî girîngiyeke mezin e. Gelên ji mafê xwe yê zimanê dayikê bêpar mane vê rojê li qadan daxwaza pêkanîna mafê xwe dikin. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelê Kurd, Çerkez, Laz, Suryanî, Ermenî û hemû pêkhatê li kolanan dê bi çalakî û bernameyan daxwaza mafê zimanê zikmakî bikin.
Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) di 21ê Sibatê de li Enqereyê ji bo balê bikşînê ser mafê zimanê dayikê dê 3emîn Sempozyoma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar bixe. Ji Lubnan, Kafkasya, Afrîkaya Başur, îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (zoom) kesên ji mijarê re alaqadar dê tevlî sempozyomê bibin û serpehatiyên xwe parve bikin. Sekretere Giştî yê Egîtim-Senê Zulkuf Guneş tekildarî Sempozyomê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Gelek kesayetên ji welatên cuda dê tevlî sempozyomê bibin’
Zulkuf Guneş diyar kir ku bi beşdariya gelek kesên ji welatên cûda yên cîhanê dê bi rêya sempozyomê balê bikşînin ser mafê zimanê dayikê û ev tişt gotin: “Wek Egîtîm-Sen me ji avabûnê heta niha watê daye vê rojê û di vê rojê de xebat û bername li dar xistin. Îsal jî em ê Sempozyoma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar bixin. Li gelek deverên cîhanê kesên ji mijarê alaqadar dê tevlî sempozyomê bibin. Em ê 21ê Sibatê de li Enqereyê vê sempozyomê pêk bînin. Kesên tevlîbûnê di asta navneteweyî de dê serpehatiyên xwe parve bikin. Em dixwazin van serpehatiyan li Tirkiyeyê jî guhdar bidin guhdarkirin. Li Tirkiye jî bila her kes karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibine û di saziyên dewletê de karibe zimanê xwe bi kar bîne. Bi mabesta em vê yekê bikin em ê vê sempozyûmê bi vê rojevê li dar bixin.”
‘Sempozyûm dê bi pir zimanî pêk were’
Di berdewama axaftina xwe de Zulkuf Guneş bi lêv kir ku sempozyûma wan dê bi pir zimanî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sempozyoma me dê bi pir zimanî pêk were. Li Tirkiye çend ziman hene dê li sempozyûmê de cih bigirin. Em plansazî dikin ku bi Lazkî, Çerkeskî, Kurdî, Erebî û zimanê hemû pêkhateyan, di sempozyomê de cih bigirin. Zimanê dayikê ne tenê ji aliyê pedegojîk ve ji aliyê dîrokî, çandî, jiyanî û hemû aliyan vê mafekî bingehîn e. Em ê hemû nûnerên gelên li Tirkiyeyê dijîn vêxwînin sempozyomê û ew dê di sempozyomê de daxwazên xwe bînin ziman. Dê her kes bi reng û zimanê xwe tevlî bibe. Her wiha çapemenî, zanyar, zimanzan û gelek aktivîst jî dê beşdarî sempozyomê bibin.”
‘Heta mafê tên pêkanîn em ê xebatan bidomînin’
Zulkuf Guneş destnîşan kir ku piştî 21ê Sibatê jî li Tirkiyeyê ji bo mafê zimanê dayikê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn pêk were ew ê xebatên xwe bidomînin û wiha got: “Weke Egitîm-Sen em ê jî ji bo mafê zimanê dayikê pêk were xebatên xwe didomînin. Piştî 21ê Sibatê jî em ê ji bo pêkhatina mafê perwerdehiya zimanê dayikê xebatên xwe bidomînin. Di sala 2012an de ji bo xebatên me yên zimanê dayikê doz jî sendikaya me hat vêkirin. Her wiha şaxên me yên Amed, Mêrdîn, Şirnex û hemû şaxên me jî xebatên zimanê dayikê berdewam dikin. Di 21ê Sibatê de jî tekildarî wateya rojê hemû şaxên me li gor taybetmendiya xwe dê bernameyan li dar bixin. Her wiha Cejna Zimanê Kurdî, Roja zimanê Lazkî û Roja Zimanê Çerkezî jî em xebatan li dar bixin. Heta li Tirkiyeyê mafê hemû zimanên dayikê pêk were, bibin zimanê perwerdehiyê û di saziyên fermî de cih bigirin em ê xebatên xwe bidomînin.”
‘Divê her zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin’
Zulkuf Guneş anî ziman ku qedexeya perwerdehiya bi zimanê dayikê di navbera şagirtan de cihêkariyê çêdike û wiha pê dê çû: “Min bi xwe jî dema dest bi dibîstanê kir Tirkî nedizanî. Heke şagirtek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nebînê, rastî gelek zahmetiyan tê. Dema min dest bi dibîstanê kir Tirkî ji min re biyanî dihat û min ji aliyê fêrbûnê ve gelek zahmetî kişandin. Bi milyonan şagirtên Kurd jî rastî vê yekê hatin. Dema tu zimanekî nizanê ji aliyê fêrbûnê ve gelek zahmetiyan dikşînê û ew jî dibe sedem ku di fêrbûnê de qeslbûn çêbibe. Mafê her zarokî heye ku bi zimanê xwe yê Dayikê perwerdehiyê bibine. Bi zimanê xwe binivîsê û bixwînê. Ew mafekî gerdûnî ye. Bêparmayina perwerdehiya zimanê dayikê di navbera zarokan de ne wekhevî û bê edaletiyê çêdike. Ji bo ew bêedaletî ji holê rabe û di navbera zarokan de wekhevî çêbibe, divê hemû zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Xebat û têkoşîna me jî ji bo vê yekê ye.”
‘Mafê ziman bingehîn e, divê bê pêkanîn’
Di dawiya axaftina xwe de Zulkuf Guneş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kiriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya Çareseriyê û Aştiyê pir girîng û bi wate ye. Em dixwazin ku ew pêvajo li gor edalet û wekheviyê bigihijê encamê. Ji bilî vê yekê jî çareserî pekan nîn e. Ne tenê li Tirkiyeyê li Sûriyê, Iraq û Îranê jî di navbera gelan de wekhevî, edaletê û çareseriyê pêş bikeve. Bi pêkanîna mafê gel pêvajo dikarê encam bigirê. Mafê bingehîn jî ziman e. Divê mafê zimanê dayikê bê mîsogerkirin.”













