Senatorê Amerîkî Lindsey Graham xwest ku welatên Ereb tev li şerê Îran û Îsraîlê bibin û got: “Heke hûn dixwazin bi DYAyê re hevalbendiya we hebe, divê hûn jî bikevin nav şer.”
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di daxuyaniyekê de bang li welatên Ereb kir ku di şerê Îran û Îsraîlê de rol bigirin. Graham got ku welatên Ereb jî di vî şerî de bûne hedef û divê bersiv bidin.
‘Ji bo hevalbendiya DYAyê tev li şer bibin’
Graham li ser mijarê wiha got: “Ez bang li hevalbendên me yên Ereb dikim: Îran li we jî dixe. Heta niha welatek Ereb heye ku li Îranê daye? Heke hûn dixwazin bi DYAyê re hevalbendiya we hebe, divê hûn jî bikevin nav şer.”
Banga bersivdanê kir
Senatorê Amerîkî jî diyar kir ku welatên hevalbendên Amerîkayê divê li dijî êrişên Îranê bersiv bidin û bang li van welatan kir ku piştgirî bidin DYA û Îsraîlê.
‘Li benda du hefteyan bin’
Graham gefên tund li Îranê xwarin û wiha domand: “Îsraîl û Dewletên Yekbûyî dê serbikevin. Tenê li bendê bimînin ku di du hefteyan dê çi bibe.”
‘Ev rejîm niha li ber ketinê ye’
Dema pêşkêşvanê bernameyê pirsa, “du hefteyan bisekinin” tê çi wateyê Graham bersiva, “Em dê bi giranî li van kesan bidin. Rejîm niha li ber têkçûnê ye. Dê li hember me serî bitewîne.”
‘Piştî Îranê dê rewş biguhere’
Graham her wiha got ku piştî têkçûna rejîma Îranê dê şert û mercên herêmê jî biguherin. Senatorê Amerîkî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dema ku ev rejîm bikeve, em dê aştiyek ku berê qet nehatiye dîtin, pêk bînin.”













