Konfederasyona Sendîkayên Spanyayê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar kir û gotin: “Em Rojavayê diparêzin, em Kurdistanê diparêzin”
Konfederasyona Sendîkayên Spanyayê li ser êrişên Tirkiyeyê û hêzên çeteyan daxuyanî dan û xwestin her kes li Rojava xwedî derkevin. Konfederasyona Sendîkayan di daxuyaniyê de anîn ziman ku fikra Konfederalîzma Demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi piştgiriya gelên Ereb, Kurd, Ermenî û Suryanî hat şêwe girt û wiha got: ” Tecribeya Şoreşger a Rojavayê tevî hemû tiştî û hemû ambargo û dorpêça Tirkiyeyê ya li ser herêma Kurdan heta îro hatiye. Tirkiye bi daxwaza pêşîlêgirtina vê yekê rê li ber her cure pevçûnê vekir. Lê yên ku ketin Reqayê û dawî li serweriya qaşo ya Îslamê ya DAIŞê anîn şoreşger bûn. Lê rewş xetimî. Ligel ku Hikûmeta Beşar Esad bi piştgiriya Îran û Hizbullahê li ser piyan dima û mixalefeta Sûriyeyê jî bi komên Îslamîst re sînordar ma û ev kom bi piştgiriya Tirkiyeyê li Îdlîbê bûn xwedî hêz û herêma Kurdan Efrîn dagir kirin. Vê yekê hemû pêşkeftinên di pêvajoya jinûveavakirina Rojavayê de bi awayekî sîstematîk asteng kir. Komên Îslamîst ên di bin banê Tirkiyeyê de ku ji lawaziya Hikûmeta Sûriyeyê sûd wergirtin, dema ku dîtin Îsraîlê darbeyên giran li hevalbendên wan da, beşeke mezin a duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê, Helebê, xistin bin kontrola xwe. Artêş vekişiya û Îslamparêzan beşeke mezin a bajar xistin bin kontrola xwe û li dijî taxên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku bi pergaleke pirneteweyî xwe bi xwe bi rê ve dibin, êriş dan destpêkirin.
Konfederasyona Sendîkayan herî dawî bang kirin û gotin: “Em bangawaziya piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikin. Em Rojavayê diparêzin, em Kurdistanê diparêzin. Em dirêjkirina şerî şermezar dikin û dibêjin ku rêya xilasiyê ya ji pevçûnên herêmî ne Îslamparêziya siyasî ye. Em planên Erdogan yên ji bo têkbirina berxwedana Kurdan red dikin.”