• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeyek ji Bakur ji bo merasîma Salih Muslim diçe Kobanê

    Şandeyek ji Bakur ji bo merasîma Salih Muslim diçe Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeyek ji Bakur ji bo merasîma Salih Muslim diçe Kobanê

    Şandeyek ji Bakur ji bo merasîma Salih Muslim diçe Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêniyên gundê Husika: Em canê xwe didin dareka xwe nadin

Nûda Arici - Gulîzar Turkoz / AW

2 KANÛN 2025 - 09:35
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Şêniyên gundê Husika ku li ber çêkirina kanên madenê radibin diyar kirin ku ew ê nehêlin gundê wan û xwezaya wan bê talankirin.

Desthilata AKPê bi rêya şirketan talankirina xwezaya Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc. Bi salan e li gelek bajarên Kurdistanê polîtîkayên talanê dimeşîne. Di 25ê Mijdarê de bi sedan leşker bi maşîneyên zirxî ji bo parastina kana ponzê ya Şîrketa Oyak Çîmentoyê ketin gundê Goma Husika yê navçeya Çinara Amedê. Şîrket ji bo ku li ser girên gund kana madenê veke zordariyê dike. Gundî û komeleyên ekolojiyê li dijî talana xwezayê bertek nîşan didin, hewl didin pêşî li talanê bigirin. Derheqê mijarê de şêniyên gund nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin ew ê nehêlin xwezaya wan bê talankirin.

Şêniyên Goma Husika bertek nîşanî Şîrketa Oyak Çîmentoyê û desthilatdariyê dan û diyar kirin ku ew girên ku dixwazin kana madenê lê vekin cihê çandîniyê û xwedîkirina pezê gund e.

‘Me bikujin jî em axa xwe bernadin’

Yek ji şêniyên gund Hesîbe Turgay bertek nîşanê şirketê da û da zanîn ku kana madenê li vê derê bê vekirin dê jîngeha wan bibe çol û got. “Em girê xwe nadin, em darên xwe bernadin, cotgehên me tunene, em ajalên xwe li vir xwedî dikin, me bikujin jî em dest ji axa xwe bernadin.”

‘Wê cihên me yên pîroz xera bikin’

Şêniya gund Sidika Turgay jî diyar kir ku ev gir cîhê xwedîkirina ajalên wan e û got: “Goristana me li wî girî ye, ziyaret heye li wir, ev cihên me yên pîroz dê bên xerabkirin. Ajalan me li van giran debara xwe dikin. Li vî gundî jin biqedin, zilam biqedin, gede biqedin dîsa jî em dest ji warê xwe bernadin. Me çi li wan kiriye tên belaya xwe li me didin, bila ji me dûr bikevin.”

‘Em canê xwe didin dareka xwe nadin’

Gundiyê bi navê Dogan Turgay jî serdegirtina gund a Şîrketa Oyakê û leşkeran wek bêrêzî nirxand û got: “Ew der cihê bav û kalên me ye, em li van deran jiyana xwe didomînin, em bi tu awayî dest ji doza xwe bernadin. Em canê xwe didin dareka xwe nadin”

Etîket: gundê HusikaŞîrketa Oyak Çîmentotalankirina xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

6 ÇILE 2026
‘Me bikujin jî em kanên madenê qebûl nakin’

‘Me bikujin jî em kanên madenê qebûl nakin’

26 MIJDAR 2025
Leşkeran ji bo şîrketa madenê avêt ser gund: Em ê rê nedin talanê

Leşkeran ji bo şîrketa madenê avêt ser gund: Em ê rê nedin talanê

25 MIJDAR 2025
‘Em ê av û axa xwe biparêzin’

‘Em ê av û axa xwe biparêzin’

24 MIJDAR 2025
Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

12 MIJDAR 2025
‘Aştiya civakî girêdayî aştiya xwezayê ye’

‘Aştiya civakî girêdayî aştiya xwezayê ye’

3 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Awazê Çiya klîbek ji bo ‘Newroza Azadiyê’ amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (497)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne