Bi sedan kesên ku ji nûner û rêveberên partiyên siyasî pêk dihat, li Hezexê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî pêk anî. Li ser navê girseyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, axivî û got: “Me dengê Birêz Abdullah Ocalan bihîst. Lê piştî bang kir, em bersîva tê xwestin nabînin.”
Nûnerên saziyên sivakî û partiyên siyasî ku ji rêveberên DEM Partî, DBP yên bajar û navçeyên Şirnexê pêk dihatin li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî pêk anîn. Gelek welatî jî tev li meşê bûn. Girseyê di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û pankartaı “Rojava rûmeta me ye” vekirin. Girse heta Parka Aştiyê ya li Taxa Turgut Ozalê meşiyan. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gurgen daxuyanî da û wiha got: “Ev rêya hikûmetê ne rêya çareseriyê ye. Gelê Rojava di bin êrîşên pir giran de ye. Em van êrîşan şermezar dikin. Em van polîtîkayên qirêj yên AKP-MHPê şermezar dikin. Em êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd şermezar dikin. Em dagirkeriya li ser axa gelê kurd şermezar dikin. Şaredarî di bin dagirkeriyê de ne. Em şermezar dikin.”
‘Banga Abdullah Ocalan bê bersîv ma
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî li vir axivî û wiha got: “Dewleta Tirk, ji bo destkeftiyên gelê kurd ên li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê tune bike çi ji destê wê tê dike. Li Kobanê, Serê Kaniyê û Efrînê bi salan e, her roj bli SÎHA û ÎHAyan êrîş dikin û komkujiyan pêk tinin. Tirkiye dixwaze gelê Rojava bênefes bihêle. Gel ji bo xwe û destkeftiyên xwe biparêze, li Tişrin û Qereqozakê xwe kiriye mertal û nobetê digirin. Gelê kurd ên li Başûr, Rojava û Bakur yek e û yek nasname ye. Em ji aliyê hikûmetê ve li ser navê aştî, çareseriyê û xwişk û biratiyê tu gavan nabînin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Me dengê birêz Abdullah Ocalan bihîst. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê bang kir. Lê hîn bersîvek erênî nedane banga Birêz Abdullah Ocalan. Banga birêz Abdullah Ocalan bê bersîv tê hiştin. Heta ku tecrîd bidome, heta ku êrîş bidome dê têkoşîna me jî bidome.”