Platforma Tenduristiyê ya Amedê li dijî êrişên Rojavayê Kurdistanê pêk tên daxuyanî da û got: “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye.”
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşîya Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi çalakiya nobetê li dar xist. Endamên Platform Tenduristiyê ya Amedê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” vekir û dowîzên, “Êrişên Rojavayê tên kirin, hêviya jiyan û aştiyê têk dibe”, “Ma mergî ra xişnerî”, “Li Rojava mirin hebe, li Amedê jiyan nabe” û “Bombekirina nexweşxaneyan sûcê mirovahiyê ye” hatin rakirin.
Serokê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî Mehmet Zeydin Duran xwend. Duran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şer tenê bi mirinan nabe sedema têkçûnê û got: “Şer ne tenê bi kuştina rasterast, lê her wiha bi bêavbûn, nexweşiyên belavbûyî, travmayên ruhî, astengkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê û xizaniyê jiyanê tehdîd dike. Bi vê aliyê re şer yek ji pirsgirêkên herî giran û herî bi hêsanî ku dikare were astengkirin, yên tenduristiya gelan e.”

Duran daxuyaniyê de daxwazên Platforma Tenduristiyê jî bi zelalî rêz kir û got: “Li gorî daxuyaniyê, hemû êrişên leşkerî yên ku sivîlan hedef digirin divê bilez rawestin; saziyên tenduristiyê, karkerên tenduristiyê û binpêkirina mafên av û enerjiyê divê li gorî qanûna navneteweyî werin parastin; polîtîkayên koçberkirina bi zor û destwerdanên demografîk divê bidawî bibin û komîsyonên navneteweyî yên serbixwe divê binpêkirinên mafên mirovî û sûcên şer li deverê bi awayekî lez û hûrgulî lêkolîn bike.
Duran daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand: “Careke din em diyar dikin; şer pirsgirêkek tenduristiya gelan e. Aştî jî xizmeta herî bingehîn a parastina tenduristiyê ye. Li Rojava hedefa jiyanê tê girtin, ne tenê ya gelên li wir dijîn, lê ya hemû mirovahiyê ye.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.













