Malbata Tamer Koç HPGî piştî ragihandina şehadetê li mala xwe ya navçeya Yenimahalle şîn danî. Rêxistinên DBP, DEM partî ên Enqereyê û OHD serdana şînê kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Hezên Parastina Gel (HPG) ragihand ku endamê wan Tamer Koç (Mihrali Yılmaz) di 14ê Çileya 2025an de li herêma Garê di pêvçûneke de jiyana xwe jî dest da ye. Piştî ragihandina şehadetê malbata Tamer Koç li mala xwe ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê şîn danî. Şîn wê 3 rojan berdewam bike.
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) şaxa Enqereyê serdana şînê kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin. Di şînê de dua hatin xwendin.