Nasnameya 11 Kurdên di encama êrişên li ser Îranê de jiyana xwe ji dest dayîn, hate aşkerakirin.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 10emîn de berdewam dike. Di encama êrişên esmanî yên balafirên şer yên Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê de gelek welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku nasnameya 11 Kurdên li bajarên mîna Bokan, Dîwandere, Merîwan û Hemedanê jiyana xwe ji dest dayîn, hate tespîtkirin.
Navê Kurdên hatine qetilkirin wiha ye: Semîra Şerîfî, Ferîdûn Emînî, Hamid Seîdî, Suleman Melaweys, Mîran Celîlawî, Ferzad Bazgan, Karan Bazgan, Şayan Mam Selîmî, Erdelan Pakdalî, Peyman Îrfanî, Sirûş Salar Eşayîrî.













