Şeredariya Cizîrê jî bo gel konserek li darxist. Di konserê de Koma Birca Belek derket dikê û stran gotin. Bi hezaran kes tevlî konserê bû.
Şeredariya Cizîrê jî bo welatiyên Cizîrê konserek li darxist. Konsera ku li qada Îtfaiyê ya navçeya Cizîrê hat li darxistin bi hezaran kes beşdar bûn. Hevşeredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş di konserê de axivîn û anîn ziman ku wan bi minesebeta rojiya remazanê xwestine ji bo gel konserekê li darbixînin û ji bo tevlîbûna gel spasiya xwe pêşkêş kirin
Di konserê de Koma Birca Belek li ser dîkê stran gotin û gel jî bi coşeke mezin stran guhdar kirin û tevlî stranan bûn. Her wiha stranbêj Rugeş Bazî jî li ser dîkê stran gotin û konser bi coşeke mezin û gerandina govendê bi dawî bû.