Serfermandarê Giştî yê Ugandayê, Enqereyê hişyar kir û ji bo têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tirkiyeyê re qut neke 1 mîlyar dolar xwest û ji bo vê jî 30 roj mohlet da.
Serfermandarê Giştî yê Ugandayê Muhoozi Kainerugaba, li ser medyaya dîjîtal biryarên şokrê ragihand. Kainerugaba piştgiriya xwe ya Îsraîlê ragihand û diyar kir ku ew dikare 100 hezar leşker ji bo piştgiriyê bişîne. Herwiha fermandar bi awayeke tund gef li Tirkiyeyê xwar.
‘Ji bo Îsraîlê 100 hezar leşker amade ne’
Muhoozi Kainerugaba, ku kurê Serokdewletê Ugandayê Yoweri Museveni ye, piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê bi sedemên olî diyar kir û got: “Ez amade me 100 hezar leşkerên Ugandayê ji bo Îsraîlê seferber bikim. Em amade ne ji bo parastina ‘Axên Pîroz’ ên ku axa Hz. Îsa diyar kiriye, gavê biavêjin.”
Ji bo Tirkiyeyê ultîmatoma 30 rojan
Kainerugaba di peyamên xwe de Tirkiye wekî “pirsgirêka sereke” nîşan da û gefa qutkirina têkiliyên dîplomatîk li Tirkiyeyê xwar û wiha got. “Pirsgirêka bingehîn Tirkiye ye! Heke pirsgirêkên me çareser nekin, di nava 30 rojên pêşiya me de em ê hemû peywendiyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re bi dawî bikin.”
Mercê hevdîtinê: 1 mîlyar dolar e
Serfermandarê Ugandayê ji bo destpêkirina her cure diyalogê mercekî şert danî li pêşberî Enqereyê. Kainerugaba diyar kir ku berî her tiştî divê Tirkiye pereyekî mezin bide wan û got: “Berî ku em dest bi axaftinê bikin, em ji Tirkiyeyê herî kêm 1 mîlyar dolar daxwaz dikin.”
Bi ayetên Încîlê gef li Îranê xwar
Kainerugaba di dawiya peyamên xwe de rasterast Îran jî hedef girt û bi ayeteke ji Încîlê (1. Samuel 17:45) bang li Tehranê kir û ev tişt gotin: “Hûn bi şûr û rimê tên ser min; lê ez bi navê Xwedayê artêşên Îsraîlê têm ser we!”
Ev daxuyaniyên Serfermandarê Ugandayê di pêvajoya şerê li Rojhilata Navîn mezin dibe de wek hewildaneke ji bo guhertina hevsengiyên herêmî, tê nirxandin.







