Bi hevkariya Konseya Bajêr a Amedê û DFGê ji bo kesên ku dixwazin di qada medyaya dîjîtal de xwe bi pêş ve bibin atolyeyek tê lidarxistin. Serlêdanên atolyeyê dest pê kir û dê heta 31ê Adarê berdewam bike.
Bi hevkariya Konseya Bajêr a Amedê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dîjîtal dest pê kir. Di çarçoveya vê atolyeyê de ku ji bo kesên dixwazin xwe di qada medyayê de pêş bixin hatiye plankirin; wê di mijarên wekî medyaya dîjîtal, hilberîna nûçeyan û hilberîna naverokên dîtbarî de perwerde werin dayîn. Kesên ku dixwazin tev li bernameyê bibin divê heta 31ê Adarê serlêdanên xwe bike.
Lînka forûma serlêdanê wiha ye: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSc8k67UuAKJ06i6aToYQ2UUQNRch80lkO4WYEJHUOEckqPiag/viewform












