• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

    Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

    HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

    HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

    Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa ji bo parêzgerê Hesekê

    Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa ji bo parêzgerê Hesekê

    Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

    Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

    Li Îspanya û herêmên xweser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li Îspanya û herêmên xweser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

    Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

    HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

    HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

    Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa ji bo parêzgerê Hesekê

    Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa ji bo parêzgerê Hesekê

    Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

    Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

    Li Îspanya û herêmên xweser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li Îspanya û herêmên xweser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Seroka IFJê: Artêşa Tirk mîna mafyayê rojnamevanan dike armanc

Navenda Nûçeyan / AW

23 KANÛN 2024 - 13:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Seroka IFJê Pradalîê destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got: “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Tirkiye mîna Îsraîlê ji bo heman ermancê rojnamevanan hedef digire.”

Nerazîbûnên li dijî kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dewam dike. Seroka Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîê, der barê kuştina rojnamevanan ji ANFê re axivî.

‘Pîşeya rojnamevaniyê dikin armanc’

Domînîqûe Pradalîê diyar kir ku weke IFJ’ê li hember bûyera kuştina rojnamevan Daştan û Bîlgîn matmayî bûne û got: “Kuştina hevrêyên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn teqez nayê qebûlkirin û binpêkirina mafên navneteweyî ye. Rojnamevan li herêmê ne aktor in, ew çavdêr in. Li wir çi diqewime dişopînin û bi rêya radyo û vîdeoyan ji cîhanê re radigihînin. Rojnamevan ji ber bi erka xwe radibûn hatin qetilkirin. Em ji hevrê, hempîşe û malbatên rojnamevan re sersaxiyê dixwazin.

Mijara ku me matmayî dike, ew e ku êdî her kes difikire ku mafê wan ê kuştina rojnamevanan heye. Her kes difikire ku dikare rojnamevanan bikuje. Çima? Ji ber ku bêcezahiştin heye. Ji ber ku kujer bê ceza dihêlin. Ez dixwazim hevgirtina xwe ya bi malbat, hevrê û hemû hempîşeyên herdu hevalên me yên rojnamevan re, diyar bikim. Her wiha dixwazim diyar bikim ku Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, li kêleka wan e. Niha divê edalet bê bicih anîn bi gotineke din divê lêpirsîn bê vekirin.”

‘Naxwazin sûcên wan ên şer eşkere bibe’

Domînîqûe Pradalîê destnîşan kir ku sedema bingehîn a kuştina rojnamevanan nixumandina rastiyên sûcên şer in û wiha domand: “Mixabin ne tenê Tirkiye rojnamevanan qetil dike, Îsraîl jî li Xezeyê nêzî 130 rojnamevan qetil kir. Ev dewlet çima rojnamevanan qetil dike? Dixwazin yên şahidiyê ji sûcên wan re dikin, ji holê rakin. Dixwazin rê li pêşiya eşkerebûna binpêkirin û jenosîdên xwe ji hemû cîhanê re bigirin.”

‘Qanûnên parastina rojnamevanan têrê nake’

Domînîqûe Pradalîê bi bîr xist ku rojnamevan bi qanûnên navneteweyî tên parastin û êrişên li ser wan sûc e û wiha got: “Gelek peymanên ku parastina rojnamevanan dikin hene, bi taybetî peymanên Cenevre û Venedîkê. Lê diyar e ku ev ne bes in.”

‘Tirkiye bi şêwaza mafyayê rojnamevanan dike armanc’

Domînîqûe Pradalîê diyar kir ku dewleta Tirk mîna mafyayê rojnamevanan dike armanc û wiha got: “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Armanca wan yek e. Dixwazin pêşî li wan bigirin ku karê xwe nekin, raya giştî agahdar nekin. Divê her kes zanibe, rojnamevan nebin demokrasî jî nabe. Qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e. Eger li pêşiya vê neyê girtin, di dema pêş de wê rojnamevanek sax nemîne. Ji ber vê divê peymanên navneteweyî bên bi cih anîn.”

‘Rojnamevanên kurd ji bo cîhanê mînak in’

Domînîqûe Pradaliê anî ziman ku divê kesên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn kuştin e bêne darizandin û got: “Li welat û cihên ku lêpirsîneke cidî der barê kuştin rojnamevanan de nebe, divê lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî ya ji pisporên hiqûqê pêk tê bê destpêkirin. Em ji hempîşeyên xwe yên Kurd ên li herêmê dixebitin re dibêjin ji ber karê ku we kirî em we pîroz dikin. Hûn lehengên rastî ne. Tevî ku hûn dizanin xetere ye jî, hûn ji bo pêkanîna pîşeyê xwe têdikoşin. Hûn ji bo tevahiya cîhanê mînak in.”

Etîket: Cîhan Bîlgindewleta TirkDomînîqûe PradalîêNazim DaştanRojavaRojnamevan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tirkiyê 2 deriyên bi Rojavayê Kurdistanê re girtin

Tirkiyê 2 deriyên bi Rojavayê Kurdistanê re girtin

13 SIBAT 2026
Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

13 SIBAT 2026
Koçberên Efrînê daxwaza vegera axa xwe dikin

Koçberên Efrînê daxwaza vegera axa xwe dikin

13 SIBAT 2026
Ji Yekîtiya Ewropa piştgiriya peymana HSD û hikûmeta Şamê

Parlementoya Ewropayê pêşnûmaya Rojava qebûl kir

12 SIBAT 2026
UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

12 SIBAT 2026
‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (497)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne