Seroka Lijneya Giştî ya NYê Annalena Baerbock diyar kir ku raporên têkildarî êrîşên li ser Helebû û derdora wê gihîştine ber destên wan.
Seroka Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Annalena Baerbock têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de axivî û got: “Raporên êrîşên li ser Kurdên li Heleb û derdora wê û koçberbûna girseyî gihîştin ber destên me. Mafên mirovan cudahiyê naxin navbera Kurdan, Xiristiyanan û Misilmanan, divê hesab ji berpirsiyaran bên pirsîn.













