Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Metz di serdana Hindistanê de diyar kir ku êrişên rejîma Îranê naye qebûlkirin û rejîma Îranê rojên xwe yên dawî dijî.
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Metz di serdana Hindistanê ya du rojan de nêrînên xwe yên li ser Îranê ji rojnamegeran re eşkere kir. Friedrich Metz diyar kir ku rejîma Îranê êrişên tund dike û ji bo xwepêşanderên li Îranê jî piştgiriya xwe nîşan da.
Frederich Metz li bajarê Ahmedabadê yê Hindistanê bi Serokê Hindistanê Narendra Modi re civiya. Frederch Metz piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û da zanîn ku rejîma Îranê li dijî gelê xwe êrişên hovane pêk tîne û got ku ew Îranê bi tundî şermezar dikin. Frederich Metz destnîşan kir ku rejîmên tenê bi tundiyê xwe li ser desthilatdariyê bigirin temenê wan ne dirêj e û got: “Em şahidiya rojên dawî yên rejîma Îranê dikin.”













