Şervanên YPJê bang li gelê Rojava kir û got “Em ê li ser banga Heval Ziyad ku gotibû ’em li dijî mirinê tê dikoşin’ li ser şopa Ziyad û Denîzê ji bo jiyaneke birûmet heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Şervanên jin bi daxuyaniyekê bersiva banga seferberiyê dan û berxwedana gelê herêmê silav kirin û gotin: “Em wek şervanên YPJê bang li gelê herêmê û hemû gelên cîhanê dikin ku niha bajarê Hesekê ji aliyê çeteyên HTŞê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve bi dagirkirinê re rû bi rû ye.”
‘Roj roja rûmetê ye’
Şervanan diyar kir ku ew ê li ser banga şehîd Ziyad a ku gotibû ‘bi mirinê re şer bikin’, em ê ji bo jiyaneke bi rûmet li ser şopa Ziyad û Denîzê bimeşin. Bila kes nefikire ku dijmin dê hêsanî bikeve Hesekê.
Sarya Efrîn di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku îro bi sedan ciwanan piştî ragihandina seferberiyê ji bo jiyaneke birûmet cihê xwe li eniyên şer girtine û got: “Wekî hêzên YPJ-YPGê, banga me ji bo gel û ciwanên me ev e; ‘Îro roja rûmetê ye. Werin em wek gelê Kurd rûmeta xwe biparêzin.”













