Sezaî Temellî derbarê girtina nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç de axivî û got: “Şopandina merasîmeke li Silêmaniyê ku alikariya aştiyê dike, divê nebe sûc û girtina rojnameger Nedîm Orûç nayê qebûlkirin.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî derbarê girtina nûçegihanê ajansa me yê Şirnexê Nedîm Orûç de li parlementoyê axivî û destnîşan kir ku şopandina merasîmeke li Silêmaniyê ku alikariya aştiyê dike, divê nebe sûç. Sezaî Temellî diyar kir ku binçavkirina rojnameger Nedîm Orûç nayê qebûlkirin.
Sezaî Temellî di axaftina xwe ya parlementoya Tirkiyeyê de wiha got: “Şopandina merasîmeke li Silêmaniyê ku alikariya aştiyê dike, divê nebe sûc. Girtina rojnameger Nedîm Orûç nayê qebûlkirin. Ji bo me, banga ku di 27ê Sibatê de hatiye kirin, nexşerêyek prensîbî ye ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê. Ev rê bi diyalog û danûstandinan pêş dikeve.”













