Meclisa Mezin a Tirkiyeyê dê sibê 10emîn pakêta darazê bixe rojeva xwe û li ser niqaşan pêş bixe.
10emîn Pakêta Darazê ya ku bi îmzeya AKPê pêşkêşî meclisê hate kirin û MHPê piştgirî dayê dê sibê li Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bê nîqaşkirin. Di nîqaşên komîsyonê de mûxalefetê bi taybetî jî DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî pakêtê dan.
Duh komîsyonê pakêt erê kiribû
10emîn Pakêta Darazê ku bi îmzeya AKPê pêşkêşî Meclisê hate kirin, ligel bertek û îtirazên muxalefetê bi dengê AKP û MHPê duh di Komîsyona Dadê re derbas kirin. Dê pakêt li nijneya giştî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bê niqaşkirin. Partiyên muxalif bertek nîşan dabûn û diyar kiribûn ku ev pakêt ji bo daxwaz û heviyên civakê nabe bersîv. Her wiha DEM Partiyê destnişan kiribû ku di pakêtê de mafê heviyê tune. Dîsa anîbûn ziman ku girtiyên muebeta cezayên giran nikarin ji vê pakêtê sûdê bigirin.