Artêşa Tirk bi balafirên bêmirov û çekên giran derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Hawarê (ANHA) ji Bendava Tişrînê dane, saetek beriya niha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Hemwextî wê artêşê bi çekên giran jî derdora bendavê topbaran kir.