Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê ziyaret kir. Alî Babacan, piştî hevdîtinê got: “Em ê piştgiriyê bidin her gava cidî tê avêtin.” Sirri Sureyya Onder jî anî ziman ku dê Ahmet Turk jî di heyeta Îmraliyê de cih bigire.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re hevdîtin kir. Alî Babacan, Serokwekîlê Giştî Îbrahîm Çanakçi, Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen û Sadullah Ergîn tev li hevdîtinê bûn.
‘Lazim e Erdogan cihê xwe zelal bike’
Piştî hevdîtinê, Alî Babacan û Sirri Sureya Onder daxuyaniyeke kin dan. Alî Babacan, di daxuyaniyê de got: “Me di mijarên cuda de hevdîtin kir. Zemîna rewa a çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, siyaset e. Divê her kes li gorî vê rêgezê tevbigere. Ji 1’ê Cotmehê ve rewşekî nû heye. Em hewldanên çareseriyê yên di vê pêvajoyê de girîng dibînin. Weke Partiya DEVA’yê em ê piştgiriyê bidin her gavên jidil û cidî tên avêtin. Inyet û hedef girîng e. Di vê pêvajoyê de tişta girîng, jidilbûn e. Em girîngiyê didin tevgerên jidil ên rayedarên hikûmetê. Em hêj nizanin ka cihê birêz Erdogan a di vê pêvajoyê de ku dere. Meclis, navnîşaneke girîng e. Lê belê dema em li pergala rêveberiyê ya niha dinêrin, divê zelal bibe ka Erdogan li ku disekine.”
‘Bi qasî zêr bi qîmet e’
Piştre jî Sirri Sureya Onder axivî û got: “Di hevdîtinê de mijarên girîng hatin axaftin. Pêşniyar û hişyarî hatin kirin. Me tiştên heta niha qewimîn vegotin. Her pêşniyar û şîret biqasî zêr biqedr in. Em dikarin bi esasgirtina van zemîna mutabeqetê ava bikin. Yek ji dersa me ji tiştên berê girtî jî ev e. Em ê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Ji bo ku pêvajo bi zelalî were meşandin, me duh çi gotibe îro jî heman tiştan dibêjin.”
Sirri Sureyya Onder piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Sirri Sureya Onder, da zanîn ku dema hevdîtineke nû ya li Îmraliyê zelal nebûye û dê Ahmet Turk jî di hevdîtina din de cih bigire. Sirri Sureya Onder, da zanîn ku weke Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi partiyên Kurd re jî hevdîtinê bikin.
Şande ji bo serdana Partiya Yenîden Refahê çû Meclisê.