Wan – Li Kurdistanê guherîna germahiya xwezayê, wek cemre tê binavkirin. Cemre ne tenê bûyereke ekolojîk e, her wiha sembola gihîştina çar hêmanên pîroz ên weke av, agir, ax û bayê ye.
Li gorî bawerî û salnameya gelêrî ya Kurdî, cemre “topên agir” in ku ji ezmanan dadikevin da ku sermayê bişkînin. Ev topên agir, sê gavên xwezayê şiyar dike û her gavek bi hêmanekê re dibe yek. Li gorî baweriya kevneşopî ya gelan, bi nêzîkbûna biharê re, cemre bi rêz dikeve ser hewa, av, axê. Ew nîşaneya guherîna demê ye. Cemre ku ji peyva erebî “cemrê” tê, wateya bizot û agirê sotik dide. Di çanda Kurdan de jî ev têgihiştin bi awayekî kûrtir tê şîrovekirin û wekî nîşana zindîbûna jiyanê tê pejirandin.
Li gorî vê baweriyê, yekem cemre dikeve hewayê û germbûna hewayê dest pê dike. Paşê cemre dikeve avê û av ji sarbûnê xelas dibe. Di dawiyê de jî cemre dikeve axê ku bi vê yekê re jiyan di nav axê de ji nû ve şîn dibe. Ev pêvajoyê ku di nav gel de bi zimanê “cemre ket” tê gotin, ne tenê guherîna demê ye, lê her wiha nîşaneya vejîna jiyanê ye.

Zivistan çû bihar hat, tarîtî çû ronahî hat
Cemre di heman demê de bi Newrozê re têkildar e. Newroz ku wekî roja nûbûn, azadî û hatina biharê tê pîrozkirin, bi agirê xwe jiyanê nû dike. Di vê çarçoveyê de cemre wekî pêşenga vê guherînê tê dîtin. Cemre wekî amadekariya xwezayê ye, Newroz jî encama wê ye. Cemre avê germ dike jiyan di nav avê de dest pê dike. Cemre hewayê germ dike jiyan hêsantir dibe. Cemre axê germ dike giya û dar şîn dibin. Di dawiyê de, agir di Newrozê de tê hilkirin. Dema ku cemreya dawî dikeve axê, êdî xweza bi temamî ji xewa zivistanê şiyar dibe. Ev dem ji bo gelê herêmê tê wateya destpêka kar û barên çandiniyê û nêzîkbûna Newrozê. Di bîra kal û pîran de, her cemreyek mizgîniyeke ku “Zivistan çû bihar hat, tarîtî çû ronahî hat” tê pênasekirin.

Di dîroka Kurdî de felsefeya cemreyê
Agir enerjiya jiyanê û ronahiyê ye. Hewa ruh û tevgerê nîşan dide. Av paqijî, zelalî û bereketa jiyanê ye. Ax dayik e ku hemû zindiyan xwedî dike û di nava xwe de dihewîne. Bi xûnavan germahî dikeve û qeşayên li ser çiyayên bilind dihelin û ava çem û kanîyan dilerize. Av dibe jiyan û di damarên erdê de dest bi gerê dike. Bi cemreyê re ax germ dibe, tovên di bin erdê de şiyar dibin, kulîlk serê xwe radikin û mijdara biharê dest pê dike. Ev gava dawî, amadekariya herî mezin a ji bo Newrozê ye. Di çanda Kurdî de ev çar hêman bingeha gerdûnê ne. Têkiliya cemreyê bi van hêmanan re nîşan dide ku mirov û xweza ji hev ne cuda ne.

Di wêjeya Kurdî de cemre
Di wêjeya Kurdî de mijara cemreyê yan jî germbûna xwezayê, bi taybetî bi navê “Hatina biharê” an jî “Zindîbûna xwezayê” tê penasekirin. Şairên me cemreyê wekî mizgîniya jiyaneke nû û sembola azadiyê dibînin.
Helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn helbesta xwe de bi van gotinan qala hatina biharê dike:
“Pêşî agirê cemreyê ket dilê erdê,
Berfa sar heliya, axê nefes girt di bin derdê
Cemre xelas bû, karê xwe sipart agirê geş,
Newroz hat û dinya bû rengîn, nema rûyê reş.”
Cemre çavdêriya pîr û kalan e
Mezinên Kurdan derbarê xwezayê de xwedî agahî û zanînên mezin in. Bi çavdêrî û şopandina xwezayê dikarin derbarê demsalan û avhewayê de agahiyan bidin û li gorî wê teşe bidin jîyana xwe. Welatiyê temen mezin Alî Edîş ku ji bo me behsa cemreyê kir, bi bîr xist ku ew sermaya zivistanê ne tenê xwezayê, di heman demê de dilê mirovan jî di qerisîne û got: “Bi ketina cemreyê ku xwezayê germ dike, dilê mirovan jî germ dibe. Dema zivistanê, laşê mirovî hişk û cemidiyê. Dema meha adarê gihiştê edî hewa nerm dibe, dilê mirov germ dibe û êdî mirov dizane ku bihar tê. Her wiha bi Kurdî ji cemreyê re dibêjin ‘ling’. Çar lingên salê hene. Cemreya ewilî dikeve hewayî, ya duyem dikeve avê, ya sêyem dikeve axê. Dema cemre kete axê, ax nerm dibe, berf xwe ji axê diqedîne. Dû re dinya germ û xweş dibe. Ber bi 5 û 6ê nîsanê ve xweza ji bo çandinê xwe amade dike. Her wiha darên fêkîyan dibişkivin.”
Alî Edîş diyar kir ku cemre çavdêriya kal û pîrên civakê ye û wiha got: “Ez jî ji dapîrên xwe hîn bûm ka cemre çi ye. Ez hêj zarok bûm xalê min di dema zivistanê li rojê dinêrî û dizanî ku befr an baran dê bê. Wê demê teqwîm û teknolojî nebû. Pîr û kalan bi çavdêriyên xwe ev yeke tecrûbe kirine.”














