Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî û anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe ku tenê weke meseleyeke ewlekariyê ya herêmî bê dîtin, êriş yekser li dijî pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Avesta diyar kir ku her kesên pêvajoyê ji nêz ve dişopînin dibînin ku êrişa navborî êrişek li ser pêvajoyê ye.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta ji Stêrk Tv re axivî û peyamên girîng dan. Avesta êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û geşedanên navneteweyî yên têkildarî mijarê nirxandin. Sozdar got ku çavê herkesî lê bû ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, di navbera hikumeta Sûrî û Rêveberiya Xweser de lihevkirin û peymanên ku hatine kirin êdî reng bigure û hîn bêtir ber bi muzakereye ve biçe û Sûrî bi giştî demokratîk bibe. Sozdar anî ziman ku berovajî vê rewşek derket holê û êrişên li ser gelên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hatin. Sozdar kesên li Helebê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha axivî: “Weke tê zanîn Golanî ji hela hêzên ji derve ve li Şamê anîn ser textê desthilatdariyê. Golanî di Sûrî de şerekî mezin nekir û neçû rejîma Baas hilneweşand. Bermahiyê rejîma Baas bûn. Heta binemala wî bixwe jî di hikumeta Esad de cih girtine. Ev Baasiyên bi rû û simbêl in. Lê ew wekî kesek nûjen dan nişandan. Ev hemû bi plan çêbûn, bi bername çêbûn, bi peyman çêbûn. Ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têk bibe ev erka dane wî.”
Tirkiye hewil dide nişan bide ku HSD peymanê pêk naîne
Sozdar bi bîr xist ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwest pêşî li van qirkirinan bê girtin û di navbera gelan de qirkirin çênebe û êşên mezintir neyên jiyîn. Sozdar wiha domand: “Berî vê 2025an di Adarê de, di navbera fermandarê HSDê û Golanî de peymanek hatibû îmze kirin. Roja piştî vê peymanê dewleta Tirk destwerdanek li Şamê kir. Wezîrê xwe yê parastinê, wezîrê xwe yê derve û mişteşarê xwe yê ewlekariyê yê MÎTê şand wê derê û jê re dane diyar kirin ku ev mutebeqat çawa bê meşandin. Niha dixwazin nişan bidin ku HSD û Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê a Xweser Peymana 10ê Adarê nepejirandiye. Ev dereweke mezin e. Mutebaqata 10ê Adarê ji 8 xalan pêk tê. Dewleta Tirk 7 xal datîne aliyekî, tenê bi yek xalê ve girt û da pêşiya Golanî. Ev xal jî çi ye? Tasfiyekirina hêza parastinê ye. Hêza parastinê hêza Kurd, Ereb, Elewî, Êzidî, Tirkmen, Durzî û tevahiya bindestan e. Têkoşîna vê hêzê ya li dijî DAIŞê nebûya niha DAIŞ li Sûrî, Iraq, Rojhilata Navîn û Ewropayê serwer bû. Tirkiye dixwaze ev hêz çekên xwe radest bike.”
Divê mafê rêveberiya herêmî, çand û ziman bê naskirin
Di berdewama axaftina xwe de Sozdar bi bîr xist ku niha peymanek heye û ev tişt gotin: “Niha mutebaqatek heye û divê gavan ber bi hev ve biavêjin. Divê ew jî di nava destûra bingehîn ya Sûrî de mafê gelan nas bikin, mafê gele Kurd nas bikin, zimanê wê nas bikin, çanda wê nas bikin, rêveberiyê wê yê heremî nas bikin. Û ji bo vê divê dan û standin çêbibin, komîte ava bibin. Ev jî çêbûn, çend hevdîtin jî çêkirin. Lê hemû cîhanê dît ku Dewleta Tirk vê yekê asteng dike. Ji bo vê ev mutebaqat têk biçe li Şamê hevdîtin hatin kirin. Fermandarên HSDê, rayedarên Bakûr û Rojhilatên Sûrî, çapemeniya biyanî, weke el-Monîtor diyar kirin ku destwerdanek li van hevdîtinan hatiye kirin. Dema dor tê îmzekirina peymanê û dxuyaniyekê bidin raya giştî, destwerdanek tê kirin û dibêjin bila niha bimîne. Dûre jî êriş pêk anîn. Tê zanîn, ev êriş berî hîngê hatine plan kirin û dema wê jî wisa hatiye çêkirin. Em baş dizanin ku yê serkêşiya vê jî kir, serokwezîrê karên derve yên dewleta Tirk e.”

Tirkiye bi Îsraîlê re peymanan çê dike Kurdan sûcdar dike
Li ser mijarê Sozdar bi bîr xist ku rojek berî êrîşan li Parîsê di navbera Îsraîl û Sûriyê de hevîtin pêk hatine û li gorî peymanê mekanîzmayek hevpar di navbera her du aliyan de hatiye çêkirin. Sozdar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsraîl dê din av axa Sûriyê de bimîne, bi hev re îstîxbaratê parve bikin. Tirkiye jî di nav van peymanan de ye. Hem bi Îsraîlê re bi riya Golanî peymanan çê dike û hem jî HSD û Kurdan bi têkilî danîna bi Îsraîlê re tawanbar dike. Dixwaze Kurdan reş bike. Gefan li gele Kurd dixwe û şerek psikolojîk dimeşîne. Em jî wê hişmendiyê baş nas dikin. Em komkujiyên li tevahî Kurdistanê hatine kirin, nas dikin. Em ji Şêx Seîd, ji Seyîd Riza nas dikin, em ji geliyê Zîlan nas dikin, em ji Helebçe, Roboskî, Şengalê nas dikin. Em li beravên Sûrî û bi komkujiya Durziyan nas dikin, em ji komkujiya Elewiyan nas dikin.”
Tirkiye Şam dîl girtiye
Sozdar bi bîr xist ku çewa Tirkiye piştgiriya DAIŞê kiribe niha jî piştgiriya HTŞ û komên din ên çete dike û wiha pêde çû: “Ev yek bi belgan jî derketin holê. Niha dixwazin li ser vê jî bigirin, bi hinceta ku mutebaqat pêk neanîne. Heke ewqasî bandora wî li ser Şamê heye bila navbeynkarî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bikira. Tiştên li wan dihate xwestin ev bûn. Lê xwe da aliyekî û dibêje bila yê din jî hewce ye were teslîm bibe. Pir leyîstikeke xeter heye. Me weke tevger daxuyaniyek da û bal kişand ser vê yekê. Dewleta Tirk, Şamê dîl girtiye. Yanê tu gav bêyî Tirkiyê li wir çênabe û her gav bi hev re tê plan kirin. Demek bere jî Golanî çûbû Amerîkayê. Tirkan li wir jî asteng kir û li Parîsê jî. Tekane derdê wan tasfiyekirina gelê Kurd e. Ji bo vê jî ev plana ku çêkirin wê demên pêş de zêdetir derkevin holê.”
Bi êrîşan tifaqa Kurd û Ereban hedef girtin
Derbarê planên sedsala 20an û peymanên li dijî Kurdan hatine çêkirin jî Sozdar got ku îro li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê nexşe tên guherandin û ev tişt gotin: “Dixwazin cardin di vê sedsalê de jî Kurdan bê statû bihêlin. Behsa xwîş û biratiyê dikin lê xwîna Kurdan dirêjin. Li Helebê jî tişta ku hate jiyan ve bû. Dixwazin mafê Kurdan yê parastinê tüne be. Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yekitiya gelê Kurd û Ereb armanc kir. Tifaqa Kurd û Ereban dîrokî ne, em nikarin van êrişan bikin malê tevahî gelê Ereb. Bi vê siyasetê nikarin gelên Ereb û Kurd bikin dijmin bes dê Golanî hilbiweşe.”
Berxwedanek dîrokî hate meşandin
Sozdar bi bîr xist ku berxwedanek destanî û dîrokî li her du taxan hatiye meşandin û çeteyan jî li hemberî gel komkujî pêk anîne. Sozdar balkişand ser êrişa li hemberî cenazeyê endama asayîşê û wiha axivî: “Bi rastî hîna kîjan heval e ez nizanim, ew ferîştaha azadiyê ye. Ew xwedavendek e, ez wê bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet bi bîrtînim. Di wir da ya hate avêtin tenê ew heval nîn e, ya hate avêtin wijdana mirovahiyê ye. Lê ew çiqasî di van kiryarên xwe de israr dikin, ewqasî em jî di têkoşîna xwe de bi biryar dibin. Bi van kiryaran hewil didin tola DAIŞê radikin. Divê hemû jin ji bûyera li Helebê encam derxin û parastina xwe mezin bikin. Parastina cewherî xurt bikin. Rêxistinbûna xwe xurt bikin. Yekîtiya xwe xurt bikin.”
Divê Tirkiye destê xwe ji Bakûr Rojhilatê Sûriyê bikişîne
Sozdar bi bîr xist ku Heverokatiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê vê yekê de daxuyaniyeke girîng daye û ev tişt anîn ziman: “Ev daxuyaniyeke heftane an jî rojane nebû. Pir girîng e. Divê baş were fêmkirin û were zanîn. Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Yanî kes nikare vê ji hev qut bike. Dewleta Tirk bila destê xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikşîne. Em li gorî banga Rêber Apo tevdigerin. Peymana 10ê Adarê jî wisa ye. Ev ne pêvajoyên yek alî û teslîmiyetê ne. Ji bo wê daxuyaniya KCKê helwesta tevgera me ye. Polîtîkayên dewleta Tirk me dixe nava lêhûrbûnên cuda. Em dibêjin gelo di bin gotina xwîş û biratiyê de amadekariyên cuda dikin? Ku dixwazin raya giştî û me bixapînin divê bizanibin ku ev ne mimkûn e.”
Pîvana pêşketina pêvajoyê azadiya Ocalan e
Têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Komîsyona li meclisa Tirkiyê hatiye avakirin jî Sozdar nirxandin kir û wiha got: “Komîsyon hinek kar û xebat kir. Lê beriya komîsyonê me weke Tevgera Azadiyê gavên stratejîk û dîrokî avêtin. Lê hêj gavên şênber derneketine holê û êrişên wekî li Helebê çê dibin. Pêvajo helbet darbe dixwe. Li şûna baweriyê ava bikin, van kiryaran pêk tînin. Heta niha gavek ku gelê Kurd razî bike tune ye. Ji bo aştî pêş bikeve divê herkese berpirsayriyê bigire ser mile xwe. Gavên demokratîkbûnê divê bên avêtin.”
Divê rejîm li ser bingeha demokratîkbûnê mafê gelan qebûl bike
Li ser serhildana gelan a li Îranê jî Sozdar Avesta bi bîr xist ku ev 20 roje pêvajoya şoreşê tê jiyîn û balkişand ser van xalan: “Jixwe çend roj in qet agahî jê nayê girtin. Bi qasî ku em di çapemeniyê de dişopînin, nûçeyên pir cuda cuda tên. Behsa bi hezaran kuştiyan, şehîdan dikin. Behsa bi deh hezaran girtiyan dikin. Behsa qirkirin û komkujiyan dikin. Ji ber ku agahî ji nayê girtin, gumaneke mezin dide avakirin. Çima ev têne kirin? Tiştê ku heta niha me gotî, dewleta Tirk bi taybetî Sûrî û tevahî herêmê, li Îranê jî ev yek êdî diyar bûye ku bi vê desthilatdarî û zîhniyetê ji pirsgirêkê civakê re nabin bersiv. Tundî, darvekirin, qetilkirin, li derdora xwe avakirina hêzên cuda û şerên cuda pêşxistinê, xizanîkirina gel, di rojekî de wê teqandinên wisa bi xwe re derxe. Heta neyê ser her rejîmekî, ji yên din jî ji xwe re encaman dernaxin. Yanî heta niha kijan hêz an jî dewlete despot, olîgarşîk, bi hemû awayê nîjadperest û qirker kariye xwe demdirêj bidomîne? Roj hatiye êdî şikandineke mezin hatiye jiyankirin. Siyaseta gelê Îranê jî heye, her tim ji bo ku demokratîkbûn tê de bê çêkirin û ji bo mafê gelan, yekîtiya gelan, berjewendiyên gelan guhertin û veguhertinê ku bêne çêkirin, gelek caran daxuyanî dan, têkoşîn kirin û hîna jî berdewam dikin. Lê hemûya guhê xwe girtin û wekî xwe dayîna meşandin, têre nake. Niha jî ger nûçeyên ku têne gotin rast bin, tiştekî din nebe jî wê rejîm çawa bi wê civakê re carekî din desthilatdariya xwe bide meşandin? Bi hezaran kesan qetil dike û piştre bêje ezê desthilatdar bibim li ser te!”













