Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik diyar kir ku ew ji berxwedanê re amade ne û got, bi yekîtî û piştevaniyê ew ê karibin dijminên xwe têk bibin.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Kobanê li Qada Jin a Azad bi beşdariya gel daxuyaniyek dan. Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Sozdar Dêrik daxuyanî da û got: “Ey gelê Kobanê yê welatparêz, em ji bo berxwedanê re amade ne.”
Sozdar Dêrik anî ziman ku weke şervanên azadiyê di serî de ciwanên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê li Ewropayê bi taybetî jî li Kobanê kirine ku piştgiriyê bidin gelên xwe. Sozdar Dêrik destnîşan kir ku bi yekîtî û piştevaniyê ew ê karibin dijminên xwe têk bibin û got: “Bi rastî jî me heta roja îro dijminên xwe şikand.”












