Partiya Demokrat a Sosyalîst ya Swîsreyê (SP) bersiv da nameya banga alîkariya ya DEM partiyê û wiha got: “Ji bo Rojava çi hewce bike em ê bikin.”
Hevserokê Partiya Demokrata Sosyalîst ya Swîsreyê (SP) Cedric Wermuth bersiv da nameya DEM Partiyê ya banga piştgiriyê. Cedric Wermuth di bersivê de diyar kir ku partiya wan dê li Rojava piştgiriya Gelê Kurd û pêkhatyên din bike û ji bo wan di qada navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) de karûbarên lezgîn bide bimeşîn.
Kurd Elewî Durzî Asûrî Êzîdî di xetereyê de ne
SP di bersiva da DEM Partiyê de got ku li Rojava ji ber şerê didome rewşeke xeternak derketiye holê, Kurd, Elewî, Durzî, Asurî, Ezidî û Xiristiyan di bin xetereyê de ne. Ji ber vê SP ji bo têkeve nava liv û tevgerê bang li hikûmeta Siwîstreyê kir.
Alîkarî ji bo SPyê berpirsyariyeke siyasî ye
SP destnîşan dike ku hevkarî ji bo wan ne tenê gotinek e û da zanîn ku ew ji bo partiya SPyê berpirsiyariyeke siyasî ye. Cedric Wermuth da zanîn ku SP dê li Swîstrê ji bo Rojava, piştgiriya Gelê Kurd û pêkhateyên din yên li Sûriyeyê bike, heta dawiyê alîkariyê bike.







