Amed – Hevserokê OHDê yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî biryara Konseya Ewropayê ya derbarê “Mafê hêviyê” de diyar kir ku biryar bêhiqûqî ye û got: “Dive mafê hêviyê bi awayekî lez were bicihanîn. Weke OHD em ê ji bo bicihanîna mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin û vê meseleyê têxin rojeva hiqûqnasan.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di navbera 15 û 17ê Îlonê de civiya û biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Komîteyê diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin dikare ji bo gavên pêwîst bê bikaranîn.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Giştî Serhat Çakmak derbarê biryara Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” de axivî.
Tirkiye li gorî atmosfera siyasî tevdigere
Serhat Çakmak diyar kir ku Tirkiye têkildarî dozên girîng li gorî atmosfera siyasî tevdigere û wiha got: “Ji bo biryara derbarê birêz Abdullah Ocalan de hatiye dayîn, ewilî hewce dike ku di nava qanûna înfaza cezayî de guherîn were çêkirin. Ya duyemîn ji bo ev biryar were bicihanîn hewce dike ku birêz Abdullah Ocalan were berdan. Di nava vê atmosferê de Tirkiye naxwaze wê biryarê bide. Bingeha vê biryara ku nayê bicihanîn ne bingeheke hiqûqî ye. Şert û mercên polîtîkayên Tirkiyeyê ye.”
‘Em ê ji bo bicihanîna mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin’
Serhat Çakmak anî ziman ku “Mafê Hêviyê” ji bo OHDê mijareke girîng e û axaftina wiha domand: “Mafê hêviyê her tim di rojeva me de ye. Em ji du aliyan ve xebatan dikin. Aliyek ew e ku ji bo bicihanîna mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin, ya duyemîn jî ew e ku em vê meseleyê têxin rojeva hiqûqnasan, partiyan û gelan. Ev maf mafekî xwezayî ye. Çawa ku cezayê darvekirinê hate rakirin divê cezayê ku heta mirinê girtî bimîne jî bê rakirin. Ji bo wê jî em ê xebatên xwe yên di vê mijarê de bidomînin.”
‘Ji bo birêz Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze divê were berdan’
Serhat Çakmak, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rol û mîsyona birêz Ocalan a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de girîng e û fikrên wî bandorê li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dikin. Ji ber vê yekê divê birêz Abdullah Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze. Di nava girtîgehê de dê çawa vê pêk bîne. Di pêvajoyên berê de jî ji aliyê PKKê ve her tim helwesteke erênî hebû ku agirbest û aştî çêbibe. Di wan deman de jî aliyekî dewletê ev yek dixwest. Lê belê beşeke zêde ya di nava dewletê û hezên cîhanê de ev nedixwestin. Di vê pêvajoyê de jî her tim îhtîmala sabotajan û xerakirina pêvajoyê heye. Heke di pêvajoyê de evqas rîsk hebe û kesekî ku rol û mîsyona wî van rîskan kêm bike jî hebe divê em mafê wî bidinê û daxwaz bikin ku rol û mîsyona xwe bi cih bîne. Mafê hêviyê her çiqas hiqûqî be jî divê ji bo vê pêvajoyê ev maf bi awayekî lez were bicihanîn.”
‘Divê hiqûqnas berpirsyartiya xwe bi cih bînin’
Serhat Çakmak, anî ziman ku ji bo mekanîzmayên hiqûqî bên bikaranîn divê hiqûqnas berpirsyartiya xwe bi cih bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hiqûqnas wek siyasî nêz nebin û peywîra xwe bi cih bînin. Dadgehek divê li siyasetmedaran ne nêre. Mekanîzmayên hiqûqê jî divê bi vê cidîyetê nêzîk bibin. Dadgehekê di sala 2014an de biryarek daye ji wê rojê ve ji aliyê dewletê ve ew biryar nehatiye bicihanîn. Divê Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê xwe rexne bike ku çawa biryareke dane 11 sal in nayê bicihanîn. Heke mekanîzmayek bêje ez serbixwe me û biryareke wê 11 salan neyê bicihanîn, divê ji aliyê mekanîzmaya xwe ve binirxîne ku tê çi wateyê. Dema em têkiliya hiqûqê û desthilatê tînin ber çavê xwe û endamên Yekîtiya Ewropayê dema ji bo Tirkiyeyê şirove dikin dibêjin ‘Dema têkiliyên dadgeh û siyasetê temaşe dikin em xemgîn dibin’. Lê em jî ji bo rewşa wan vê dibêjin mekanîzmaya wan jî ji siyasetê ne dûr e. Divê hemû hiqûqnasên ku baweriya wan bi hiqûqê tê vê bêhiqûqiyê qebûl neke û dengê xwe bilind bike.”
‘Biryara Komîteyê bêhiqûqî ye’
Serhat Çakmak bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Komîteyê di biryara xwe de diyar kir ku heta 26ê Hezîranê dê demê bide Tirkiyeyê. Dema em vê biryarê û biryara par dabûn bidin berhev paşveçûyînek heye. Heke biryara Komîteyê di nava demekê de neyê bicihanîn divê daxwazên Komîteyê girantir bin. Lê belê Komîteyê daxwazên xwe nerm kir. Banga xwe li komîsyona ku di bin banê Meclisê de hatiye avakirin kir. Mûxataba wê ne komîsyon e, dewlet e. Komîteyê rol û mîsyona xwe bi cih neanî. Daxwazên me zêdetir bûn. Ji ber ku dema biryareke Komîteyê di nava dema ku dayî de neyê bi cih divê Komîte daxwazên girantir bike û dîsa demê nade. Peywîra komîsyona di bin banê Meclisê de jî ev nîne. Dikare daxwaz bike ku li gorî qanûnan ev yek were bicihanîn lê belê ew rast e rast berpirsyar nîne dewleta Tirkiyeyê berpirsyar e. Yekîtiya Ewropayê jî pêvajoya hatiye destpêkirin weke hevsengiyê dibîne û li gorî vê tevdigere. Lê em dibêjin ku divê mekanîzmayên hiqûqê xwe ji siyasetê dûr bixin û serbixwe bin. Me duh jî ev serbixwebûyîn nedît. Ev biryara hatiye dayîn bêhiqûqî ye û me weke hiqûqnasan xemgîn dike.”