Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê,di roja duyemîn de standa ji bo hişmendiya ziman li semta Saglik Ocagi ya Rezanê danîn û dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin.
Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê di roja duyemîn de li semta Saglik Ocagi ya navçeya Rezanê ya Amedê ji bo hişmendiya ziman stand danîn. Di çalakiya stand danînê de sticker, kokard û broşûr hatin belavkirin. Li ser standê stickerên bi kirmanckî û kurmancî “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî xweş e xwedî lê derkeve”, “Zimanê min nasnameya min e” hatin zeliqandin.
Gelê Amedê bi pîraniya wan jin û zarok eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan. Di standê bang li gelê Amedê hat kirin û gotin: “Dayikên hêja bi Kurdî bijîn, zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, danûstandinê xwe bi Kurdî bikin.”
Standa hişmeniya ziman dê roja 19ê Sibatê li ber Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê bê danîn.














