Stêrk TV derbarê êrişa çekdarî ya li ser rojnameger Hêmin Mamend daxuyaniyek belav kir û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku demildest êrişkaran bigirin.
Duh êvarî rojnameger û pêşkêşvanê Stêrk TV Hêmin Mamend, li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Di êrişê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketin û bi xedarî birîndar bû. Rojnameger Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyê tê dermankirin.
Stêrk TVyê derbarê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe Hêmin Mamend de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Stêrk TVyê bi vî rengî ye:
“Çavdêrê siyasî, rojnamevan û pêşkêşvanê bernameya televizyona me Stêrk Tv Hêmin Mamend duh êvarî ji aliyê kesên nenas ve li taxa Eqarî hate gulebarankirin. Pêşkêşvanê me Hêmin Mamend bi du guleyan bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Em êrişa li ser hevalê me yê Hêmin Mamend bi tundî şermezar dikin û şîfayê jê re dixwazin.
Êriş û hedefgirtina rojnamegeran sûcekî navnetewî ye û êrişa li ser mafên mirovan û mafên civakê ye. Divê rayedarên herêma başûrê Kurdistanê demildest bûyerê ronî bikin û fail û êrişkarên bûyerê eşkere bikin.”