Ji sala 1970an û heta niha bê navber pergala kapîtalîst û modela wê ya netew-dewlet di rojhilata Navîn û nemaze di Kurdistanê de krîzeke ber bi çav dijî. Ev krîz lewre êdî ber bi îflas bûnê we diçe. Ji qirna 16emîn ve ango ji belavbûna vê modernîteyê ya cîhanê û heta îro her ku kapîtalîzmê krîzek jiyî xwe nû kir, alternatîfên nû ava kir, xwe restore kir û bi vî awayî xwe ji krîza heyî rizgar kir.
Di van 60 salên dawî de ev krîz êdî wekî krîza strukturel ango krîza bingehîn lê hatiye. Bi taybetî jî ji bo pergala kapîtalîst li Asya û Rojhilata Navîn serweriya xwe xurt bike ji salên 1970yî û şûn ve ji bo ku pêşiya fikra demokrasî û sosyalîzmê bigire bîrdoziya îslama siyasî ango faşîzma kesk bi kar anî. Ji bo ku di Rojhilata Navîn de hêza Sovyetan teng bike û derbixe ev bîrdozî hat bikaranîn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo ku pêşî li PKKê bê girtin bi heman rêbazê ji salên 1980î û şûn ve ev bîrdozî xwe wekî faşîzma kesk a Tirk vesaz kiribû.
Heta ku desthilatdariya AKPê di sala 2002an bê ser kar bê navber di şexsê Kenan Evren, Tansû Çîller û Necmettîn Erbakan de ev faşîzma kesk li dijî gelê Kurd û hestên wan ên îslamparêz hat bikaranîn. Bi destê Hizbillahê sedan Kurd hatin qetilkirin, gundên wan hatin şewitandin û bi sedan jî hîna aqûbetê wan ne zelal e. Bi van rê û rêbazên dij-mirovî xwestin pêşî li PKKê bigirin.
Piştî ku desthilatdariya AKPê, bi dîtbariyek wekî îslama nerm ketin nava gel. Bîrdoziya faşîzma kesk a Tirk di şexsê AKPê de vesaz bibû. Her çiqasî xwe wekî îslama nerm nîşan dabe jî, bingeha xwe ji îslama radîkal, fûndementalîst û ji îxwan-î muslîm digire.
Di salên 90î de bi Hizbillaha îslama radîkal hebûna Kurdan kiribûn hedef. Lê bi desthilatdariya AKPê re bi Cemaeta Fethûllah ketibûn di nava Kurdistanê de û bi dibistan, komele, malên cemaetê, sohbetên dînî, aboriya têr û tije dixwestin Kurd û zarokên Kurdan bi pişavtînin û bi vî rêbazî careke din pêşî li Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Siyasî ya Kurd bigirin.
Di nava van 60 salan de ne tenê li Kurdistanê, li her deverê Asya û Rojhilata Navîn hat xwestin ku faşîzma kesk û Tirk serwer bibe. Bi El-Kaîde, El Nûsra, DAIŞ û Artêşa Sûriya Azad û hwd. ev bîrdozî tu tişt nema ku bi serê gelan de bînin. Erdogan jî bi van rêxistinan re tevgeriya, heta xwe wekî Xelîfeyê wan îlan kir û bi vî awayî destdirêjiya li nirxên Kurdan berdewam kir.
Herî dawî ji daneheviya hemû rêxistinên radîkal ve Heyet Tehrîr eş-Şam derket holê. Berdewamiya faşîzma kesk e ev rêxistin. Di 27ê Mijdarê de êrîşê rejîma Esad kirin û di nava 4-5 rojan de gelek cih bi dest xistin. Xelîfeyê wan Erdogan jî di cih de daxuyanî dabû û daxistina Esad wekî serkeftina xwe nîşan dabû. Lewre ev rewş ne serkeftine berevajiya wê dagirkirin e.
Piştî ku HTŞ hatî ser kar herkesî hêvî dikir ku li Sûriyeyê wê rêveberiyeke demokratîk bê ava kirin. Lewre di nava çend rojan de derket holê ku heta niha rewşekî bi vî rengî nîne berevajiya wê qetlîam û êrîş dijwartir bûne. Li Lazkiye, Hema û Tartûsê bi rojane gelê Ereb ên Elewî qetil dikin.
Êdî dem hatiye ku ev aqilê faşîst a kesk bi temamî ji Kurdistan û Rojhilata Navîn bê derxistin. Bi rojane dewleta Tirk û çeteyên wan di bendeva Tişrîn û Qereqozaxê de xitimîne û têk diçin. Şervanên HSDê têkçûna dîrokî li wan dide jiyîn. Erdogan dike û nake nikare vîna gelê Kurd, Ereb, Ermen û Suryan a li vir bişkîne. Bi hemû derfetan êrîş dike ji bo ku statuya li vir tasfiye bike. Lê êdî dem hatiye ku êdî ev bîrdoziya faşîzma kesk û Xelîfeyê wan Erdogan nefesê negire. Lewre berxwedana bendava Tişrîn û Qereqozaxê derî li Îmraliyê vekir û ev hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re têkçûyîna Erdogan û faşîzma kesk a Tirk dê careke nîşan bide.