Televîzyona fermî ya rejîma Îranê ji bo demekê ji hêla hackeran ve hate desteserkirin û dîmenên serhildanê hatin weşandin.
Serhildanên li dijî rejîma Îranê bi cureyên cuda berdewam dike. Di demke çalakiyên di hundirê Îranê de tên meşandin, li deverên din ên cuda yên cîhanê jî xwepêşandan berdewam dikin. Ligel ransûra rejîma Îranê jî komek hackeran televîzyona fermî ya rejîmî desteser kir û dîmenên xwepêşandan û çalakiyan weşandin. Ji bo demekê peyamên dijberî rejîmê û çalakiyên bi armanca şermezarkirina rejîmê hatine pêkanîn li ser ekranê hate dubare kirin.












