Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja 12an de bi hemû coşa xwe berdewam kir.
Şaredariya Tetwanê bi hevkariya Organîzasyona Sanatça bi dirûşmeya “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di 27ê hezîranê de dabû destpêkirin. Di çarçoveya bernameya roja 12an a mîhrîcanê de li ser qeraxa Gola Wanê konserek hat lidarxistin, Aryen Kom û Seyîdxan Sevînç bi stranên xwe Tetwan coşand. Konsera ku hezaran kes tevlî bû, heta derengê şevê berdewam kir û welatiyan demên xweş derbas kirin.
Jin, zarok, ciwan, kal û pîrên Tetwanê eleqeye mezin nîşanê mîhrîcanê didin û hema bibêje her şev qada konserê tije dibe. Her wiha gelek welatî jî ji ber ku cih namîne li kêleka bariyeran guhdariya konserê dikin. Gelek malbat jî bi xwarin û vexwarinên xwe tên ser qeraxê û konseran temaşe û guhdar dikin.